Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê û Cîgirê Serokê Şanda Miletê Sûrî yê Danûstandinên Cinêvê Corc Sebra got: “Sistbûna Navdewletî Derfet da Esed û Hevalbendên wî ko valahiya siyasî delîve bikin, û li meydanên leşkerî yên cobicor fişarê bidin ser Opozisyonê, bi armanca guhertina terazûya Hêzê û di paşerojê de bandorê li danûstandinan bike”
Û tê zanîn ku Îro pêncşembê 6 kes şehîd ketin û hinên din birîndar bûn, bi sedema bombebarana firokên rêjîma Esed yên cengê li ser taxa Elsalihîn li Helebê, her wiha hêzên Rûsî doh du kuştar pêk anîne, dema ko bazareke serekî li Erîha bi çend Mûşekan amanc kirin, û di encamê de 15 kes şehîd ketin. Her wiha herêmên niştecihkirî li bajarê Elresten li gundewarê Humsê amanc kirin, di encamê de 22 qurbanî şehîd ketin û bi dehan kes ji nav wan zarok û jin jî birîndar bûne.
Sebra diyar kir ko çareseriya siyasî bi sedema astengiyên rasteqîne û yên mezin ko rêjîm û hevalbendên xwe li pêşiyê datînin rawestiya ye. Û destnîşan kir ko sistbûna helwesta Emerîkî derbarê kêşeya Sûrî, hişt ko Rûs terzûyê li ser xakê biguherin û asoyê herêmî tevlîhev bikin , û di encamê de Sûriya dagîr kirin. Û bal kişand ko Emerîka lîstika bêwefadariyê li dijî miletê Sûrî bikar tîne, û li gotinên xwe xwedî dernakeve, ew gotinên ko çend berpirsiyarên Emerîkî yên mezin û yên biçûk jî pabendiya xwe pê ragihandibûn.
Sebra got ko Opozisyon berî ko biçe danûstandinên nû li Cinêvê, tekeziya xwe ya xurt li ser berdewamiya mercên ko têne xwestin dike, der barê gihandina alîkariyên mirovî û berdana girtiyan û vekirina dorpêçê ji ser herêmên bandora şer li wan bûye. Û destnîşan kir ko têkilî digel şandyarê Navdewletî Stîvan Dî Mistora berdewam in.
Hevbendî+Elşerq Elewset