Desteya bilind ya dabustandinan wê sibê li Riyadê civînekê lidar bixe, û berdevkê wê Riyad Ne’isan diyar kir ku armanc ji civînê pêşkêşkirina lênêrînek giştî ye ji qonaxa veguhêz re, tevî nirxandina rewşa giştî û rewşa piroseya çareseriya siyasî û pêşhatên herêmî û yên navdewletî.
Ne’isan got: ” duhî me di komîteyek taybet de nêrîna desteya bilind ya danustandinan gengeşe kir, ji bona pêşkêşkirina wê ji kongirê giştî re di civîna siba de, û paşre pêşkêşkirina wê ji dewletên piştgir û Şanderê Navdewletî Yê Taybet Ji Bo Sûryê Sîtvan Dîmestora re, ku hin mijarên din hene wê di civînê de bêne pêşinyarkirin, ji wan mijaran, nirxandina rewşa giştî û piroseya çareseriya siyasî û guhertinên herêmî û yên navdewletî, lê tiştê sereke yê ku wê bingeha vê civînê be, çawaniya dîtina desteya giştî ji qonaxa veguhêz re ye “.
Di heman demê de Neteweyên Yekbûyê nîgeraniya xwe der barê gurbûna şer li Helebê û derdora wê anî ziman û daxwaza:” derbaskirina alîkariyên mirovî û valakirina bajêr ji nişteciyên wî bi lez û şêweyekî aram ” kir, lê Opozisyonê zû ev daxwaz red kir û got ku valakirina helebê tê wateya yasakirina wêrankirina wê û hêsankirina dagîrkirina Îranê jê re”, û Hevbendiya Niştimanî ji aliyê xwe ve tekez kir ku ” êdî bêdengî nayê qebûlkirin di dema ku Heleb tê qirkirin û Dareya tê birçîkirin”.
Herwiha berdevka NY di bargeha Jinêv de, Îlîsandera Fîlotşî got ku “gihandina alîkariyên mirovî û kelupelên bazarganî hatiye birîn ji ser 300 hezar kesî li rojhilatê Helebê, ji egera zêdebûna oparisyonên şer, û behayê kelupelan li bajêr bilind bûye”.
Jêder: Elşerq Elewset