Desteya Bala ya Danûstandinan tekez kir ko ew li aliyê viyana miletê Tirkî ye, ew miletê ko doh daket Kolanan û beraberiya inqilaba têkçûyî kir.
Hevrêzkarê giştî yê Desteyê Riyad Hicab tekez kir ko “Viyana Miletan ji Tangan bihêztir e, û em li gel Desthilata Rewa ne û dixwazin ko Dezgehên Dewletê û azadiya milet bêne parastin ”.
Her wiha Berdevkê Desteya Bala ya Danûstandinan Riyad Nasan Axa got: Miletê Sûrî li kêleka Tirkiyê ye li dijî hewldana Rûxandina Rêjîma wê“û em wan kesên ko li kêleka Miletê Sûrî di tengasiya wî de rawestiyane jibîr nakin û emê li kêleka milet û dewletên piştgiriya me kirine bimînin. ”
Bêtir got: “bêguman Miletê Sûrî yê ko ji bo Dîmuqratiyê raperiye da ji desthilata Leşkerî ya zordar rizgar bibe, wê li kêleka Dîmuqrasiyê li Tirkiyê raweste.” Û dibîne ko “tekez wê gelê Sûriyê li kêleka wî welatî raweste, Welatê ko deriyê xwe li ber miletê Sûrî vekir û pêşwazî û bixêrhatina wî bi xweşhalî kir,.”
Nasan Axa salixê rola Tirkî di salên tengasiyê de yên ko bi dijwarî miletê Sûrî tê re buhirî bi “dîrokî” da. Hem got: “berevaniya Miletê Tirkî di ber dîmuqrasiyê de dihêle em geşbîn bin ko dê miletê me dîmuqrasiyê bidest xwe ve bîne.”
Jêder: Hevbendî+Simart