Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde diyar kir ko Girûpa Piştgiriya Navdewletî, bi rola xwe der barê zêdegaviyên Rûsya li Sûriyê baş ranebû.
Di du hevdîtinên cuda ko herdu cîgirên serok jî Miwefeq Nêrebiyê û Semîra Misalime digel wî bûn, bi Çalakvan û Ragihênerên Sûrî û Çalakvanên Siyasî û Nûnerên Rêkxistinên Civaka Sivîl re doh Sêşembê li bajarê Xazî Entabê kirin, Elebde got: “tawankarî ne tenê tewana yê ko pê radibe ye, lê belê tawana wî kesî ye yê dikare wê tawankariyê rawestîne û nake”
Elebde tekez kir ko bijardeya bitenê ji Şoreşa Sûriyê re ew e ko warê leşkerî û yê siyasî hevgirtî bin, da beraberiya êrîşa hovane ya Rêjîma Esed ya bi piştgiriya Îran û Rûsya bike.
Û destnîşan kir ko fişar li ser Opozisyona Sûriyê hene ji bo ev yekîtî çênebe. Û bal kêşand ser ko bijardeya yekgirtinê hêj di destê miletê Sûrî de heye, û Heleb nimûneya vê yekê ye, ko Şoreşgeran kelehên Çeteyên Esed di kurtedemekê de têk şikandin.
Elebde destnîşan kir ko di civîna duşembê de ya digel Çawîş Oxlo Wezîrê derve yê Tirkiyê, li Enqerê doz li desthilata Tirkiyê kirin tako piştgiriya Helebê bêtir bikin. û got ko desthilata Sûriyê ya demkî planek libal wê ji bo hevkariyê digel Encûmenên Xwecihî li Helebê heye, ji bo Helebê piştî rizgarkirinê birêve bibin. Berdewam kir: “em bihêvî ne ko operasiyon berdewam bike ne tenê ji bo rakirina dorpêçê, lêbelê ta hemû xala Helebê rizgar bibe.”
Elebde “silav û rêz” şandin bo miletê Sûrî yê ko bi yekîtiya xwe tiştên bê hempa kirin ji bo rakirina dorpêçê ji ser Helebê, û encam pir hêja bûn.
destnîşan kir ko di rojên dahatî de ji bo bi karekî siyasî yê yekgirtî rabin, berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milên wan.
Her wiha Elebde tekez kir ko tiştê li Helebê îro rûda, wek rakirina dorpêçê û rizgarkirina bajêr, dê bandoreke mezin li paşeroja Sûriyê bike û bi taybetî operasiyona danûstandinan û veguhêza siyasî, bê ko çi rola Beşar Elesed di qonaxa veguhêz û paşeroja Sûriyê de hebe.
Hevbendî dibîne ko çi peyman eger Esed di qonaxa veguhêz de bihêle mîna ko ew Beşar Elesed ji hemû tawankariyên wî yên berê bêrî dike.
Serokê Hevbendiyê destnîşan kir ko astengî li pêşiya danûstandinên Cinêvê hene, bi sedema serhişkiya Rêjîmê û piştguhkirina dosya mirovî û nepabendbûna bi lihevkirina agirbestê, hem got ko ew danûstandin dê berdewam bibin çi gava ko rewş ji bo wan guncayî bibe, eger pêşketinek di gera nû de ji danûstandina di meha dahatî de dabîn bibe.
Jêder: Hevbendî