Encumana Niştimanî Ya Kurd got ku partiya yekîtiya demoqrat ya bi navê PYD tê naskirin, hîn jî di karê xwe yên tirsandinê dijî xelkê berdewam e, û ew kiryar şermezar kirin, û tekez kir ku ew ê di têkoşîn û fîdakariya xwe di ber kêşeye kurdî de li welat berdewam be.
Û Encumana Niştimanî Ya Kurd, bal kişand ser ku milşyayên PYD Karin neberpirsyane li Efrînê kirine, û armana wê jê têkbirina aştiya civakê ye, û yek ji wan kiruaran neçarkirina xelkê ji bo tevlêbûna nav rêzên milîtanên wan.
Û daxuyaniyê bal kişand ser ku li gundê “Mosako” yê bi ser nahiya ” Raco”ve, milîtanên PYD berî 2 rojan xortek bi navê Mihemed neçar kirin ji bo tevlî hêzên wan bibe, lê wî xwekuştin çêtir dît ji tevlîbûna nav wan. Her weha hêzên wan, di destpêka vê heyvê de, girtin ser gundê “Afraz” û desteserkirina keçekê ji gund kirin, her weha dorpêçkirina deverên berfireh ji Efrînê ku ew jî”Kosanlî, Qestel, Xidreya, Basûta û Burc Avdalo ” ne, ji bo girtina xortan û avêtina wan di nav cengên vê partiyê de.
Û bi riya kamîrayên çavdêriyê hatiye tomarkirin û belgekirin, ku endamin ji milîtanên PYD di 30 tîrmeha bûrî de, bombeyek wêranker danîn ber deriyê ofîsa Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriya, li bajarokê Girkê Legê.
Û Encumana niştimanî ya Kurd, tekez kir ku armanca PYD ji van kiryarên zikreşî dijî Encumanê û Partî û cemawerên wê ew e, têkbirina tekoşîna wan e, her weha dixwazin deverên Kurdî ji piraniya kurdan tê de vala bikin, û koçberkirina xelkê ji deverên wan, û destberdana ji dever malûmilkên xwe.
Û Encuman destnîşan kir ku ew milîtan bûne mîna “desthilateke şûngir”, û karên wan dûrî nirxên mirovahî û sincên kurdayetî ne, û bang dan hemî saziyên mirovî û civaka navdewletî û hemî hêzên kurdî da destwerdanê bikin ji bo rawestandina kiryarên PYD.
Jêder: Hevbendî