Duh pêncşembê 4 heyva tebaxê, li bajarê Kobanê, komeke teroristan derbasî malakê li taxa Gumrikê li bakurî bajêr bûn, û jinek kuştin û zêrê wê dizîn li gor ku çalakvan Ferhan Mihemed ji me re ragihand.
Mihemed tekez kir ku piştî PYD herêmên kurdî li Sûriyê xistine bin kontrola xwe kuştin û revandina xelkên sivîl ji aliyê komên terorîst ve zêde bûye û got:” Ta niha bi dehan xelkên sivil bi vî awayî hatine kuştin”.
her wiha Mihemed bal kişand ku rewşa jiyanê xirabtir dibe herwa diyardeya kuştin û diziyê zêde dibe.
Jêder: Hevbendî