Rêjîma Esed û hevalbendên xwe berdewam in di oparesyonên xwe de li dijî navendên pizîşkî û xizmetgozarî yên li navçeyên rizgarkirî û bi taybetî li Heleb û Idlib û Dareya û gundewarên Şamê, di encamê de 400 sivîl şehîd ketin di heyamê heftiyekê de, û Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku ji ber serkeftinên şoreşgeran rêjîm “bi hêstêriya ketiye û ji ber wisa komelkujiyan pêk tîne”.
Û duhî Hevbendiyê di daxuyaniyekê de daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kir, ku daxwazê ji Rûsiya bike –ya ku ew bi xwe jî endamekî herdemî ye di Encumena Ewlekariyê de – bo pabendiyê bi lez bi biryara 2254 û bi taybetî birgên 12 û 13 û 14 û ji bo rakirina dorpêçkirinê û rê li pêşiya vegera welatiyan veke, û bi erkên xwe yên rewştî û yasayî rabe, li hember armanckirina sivîlan û navendên pizîşkî û xizmetgozariyê û xwendingeh û cihên oldarî wek dêra Încîlî li Idlibê.
Û rêjîma Esed û hevalbendên xwe mûşekên deng û bombeyên weşî û napalim û bermîlên teqîner di oparesyonên xwe de bikar tînin, tevî bikaranîna gazên jehrê, yên ku bûne sedema jikarketina piraniya nexweşxaneyên meydanî.
Herwiha di daxuyaniyê de hat ku “armanckirina baregehên bergiriya sivîl û tîmên firiyadhatinê, bûn egerê zêdebûna hejmara kuştiyan û birîndarbûna birînpêç û karmendên hawarhatinê yên qehreman”.
Hevbendiyê da zanîn ku pêwîst e bikaranîna napalimê û bermîlên teqîner û gazên jehrê bi tawanên şer ligor yasa navdewletî û mada 13 ji biryara 2254 bên pesind kirin, ya daxwaza pabendiya bi yasa mirovî ya navdewletî û yasa navdewletî ya mafên mirov dike.
Hevbendiyê daxwaz ji Amerîka û Yekîtiya Ewropî kir ji bona sepandina sizayên tund li ser encamder û berpirsên rêjîma Esed û milisên biyanî yên terorîst yên bi tawanên şer radibin û herwiha li ser berpirsên bombebarankirina sivîlan. Û daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kir ku ligor desthilata xwe bi veguhestina fayîlê Bişar Esed û desteka wî û hemû tawankarên şeran yên dibin rêgir li pêş veguhestina siyasî li Sûriyê bo dadgeha tawanên navdewletî rabe, û herwiha bên pesind kirin wek tawankar ji şûna şandina nameyên şaş bo wan, ku dibin sedemê bikaranîna kuştarên zêdetir.
Hevbendiyê bi serokatiya xwe û desteya siyasî û Nivîsîngeha xwe ya zagonî ve, daxwaz ji aliyên navdewletî kir, ji wan NY û Yekîtiya Ewropî û wezîrên derve yên Amerîka û Birêtaniya û Firinsa û Almaniya û girûpa piştgiriya navdewletî, derbarê berdewamiya Rûsiya û Îranê û Rêjîmê li ser encamdana tawanên şer yên dijemirov li tevahiya parêzgehên Sûriyê, û bi taybetî li Heleb û Idlib û Dareya û gundewarê Şamê.
Hevbendiyê diyar kiribû ku firokên dijmin rojane bêhtir ji 120 êrîşan pêk tînin, herwiha bikaranîna gaza jehrê wek gaza kilorê ya bû sedemê bihinçikandina bi sedên jin û zarokan hatiye belgekirin.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiyê nameyek radestî nûnerên dewlet û rêxistinên pêwendîdar kiribû, ku sivîl û damudezgehên xizmetgozariya giştî rastî êrîşan tên, û ev yek berojavî biryarên encûmena ewlekariyê ne, û bi taybetî berovajî movika 13’ê ji biryara 2254 ye, ya daxwaza rawestandina bilez ya bombebarankirinê dike, û bi taybetî ya li dijî navendên pizîşkî, û piştî 8 heyvan û heta niha encûmen nikare biryara xwe bicih bike, bi sedema binpêkirinên Rûsiya li ser heman biryara ku wê bi xwe emze kiriye. Hevbendiyê tekez kir ku xemsariya civaka navdewletî di erkên xwe de, wê bibe sedema zêdebûna tundutîjiyê, û beravêtîkirina hêviyên aştî û seqamgeriyê ya ku hemû xelkê Sûriyê dixwazin, û ya bizavan dikin ji bo pêkanîna aştî û seqamgeriyê, bê stemkariyê û destekên wê, û dûrî dagîrkariyê û milisên wê.
Jêder: Hevbendî