Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê da zanîn ku tawanên rêjîma Esed dibin ji ber kêmxemiya civaka navdewletî ya bûye roniya keseka ku rê li pêş rêjîma Esed vedike ji bo pêkanîna kiryarên kuştinên hovane li dijî sivîlan.
Ku duhî li tevahiya Sûriyê nêzîkî 108 kesan şehîd ketin, di nav wan de 19 zarok û 13 jin, û nêzîkî 50 şehîdan li bajarokê Soran li gundewarê Hemayê bitenê ji aliyê firokên Esed li ser koçberan piştî ku hewl didan xwe rizgar bikin ji bombebarankirina xaniyên wan yên li Soran.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de got ku “ev tawan dide eşkerekirin ku kuştina sivîlan tê di serê armanc û pîlanên rêjîma Esed de”.
Her ji bona vê yekê “Encûmena Hema ya Azad” bangewaziya hewarhatinê ragihand û daxwaza piştgiriya pêwîst ji bona vehewandina bi dehên hezaran ji koçberan kir, û herwiha dirustkirina odeya rewşa awarte ya hawarhatina koçberan ragihand.
Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku “dibe ev tawan û bi hezaran tawanên din di derheqê xelkê Sûriyê de nehatibana pêkanîn, heger ne ji ber kêmxemiya civaka navdewletî ba, ya bûye roniya keseka ku rê li pêş rêjîma Esed vedike da bi berferehî berdewam be di kiryarên kuştin û koçbarkirinê de”.
Dîsa Hevbendiya Niştimanî got ku ew “vê tawanê şermezar dike, ya tê di çarçova pirojeyekê sertaserî de, bi armanca valekirina hin navçeyên destnîşankirî ji nişteciyên wê bi rêka bombebarankirina hovane”.
Herwiha daxwaza standina helwest û rêşûnên piraktîk ji dewletên dost û yên bira kir, ji bona rawestandina serjêkirina xwînawî ya li Sûriyê ya li ser destê rêjîma Esed dibe, herwiha got ku ji van hikûmetan tê xwestin bi erkên xwe rabin, nemaze piştî ezmûna tal ya têde xwîna bi sed hezaran xelkê Sûriyê hat rijandin û têde hat selmandin ku NY nikare aştî û aramiyê biparêze”.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ku dibe NY çavên xwe ji hin rêkeftinên dagîrkeran û rêjîma bindestê wê girtiye, û ev yek nakok e ligel piransîpên mafên mirov, û berovajî biryarên wê bi xwe ne.
Jêder: Hevbendî