Raporteke nevdewletî dîkoment kiriye ku” nîşanên bêguman hene ku Rûsiya bombeyên Enqûdî li Sûriyê bikar anîne, û bi şêweyekî yekser hevpariya rêjîmê di êrîşinan de kiriye dema bombeyên Enqûdî hatine bikaranîn, bi taybetî li deverên Heleb û Hims û Idlibê”.
Û li gor rapora hevbeş ya ji hêla saziya” Handikap Anternasional” û ” Hevpeymaniya Çavdêriya Bombeyên Enqûdî” hatiya amadekirin, 248 kes ji ber van bombeyan mirine, pirên wan zarok in, di sala 2015 û destpêka 2016 de.
Û raporê diyar kir ku ew bombe 76 caran bi kêmanî li Sûriyê ji êlûna 2015an de hatine bikaranîn, û raporê rexne li bikaranîna pir ji van bombeyan re li Sûriyê kirin.
Û serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Anes Alabda, nameyek arasteyî wezareta karê derve ya girûpa piştgiriya Sûriyê kir, ji bo hişyariyê bide wan derbarê bikaranîna Esed û hevalbendên wî ji çekên qedexe re, û wan haydar bike derbarê komelkujiyên berdewam.
Û Abda di nameya xwe de daxwaza avêtina gavên bilez û xurt kir, ji bo garantiya vekolînan di tawanên Esed û Hevpeymanên wî de, yên di dermafê sivîlan de kirine, ji hêla aliyên navdewletî yên peywendîdar, tevlî Saziya Qedexekirina Çekên Kîmawî, û Mîkanîzma Vekolîna Hevbeş, û komîta Vekolîna Navdewletî, her weha daxwaza sizakirina berpirsên wan tawanan kir, û danîna sînorekî ji dubarekirina wan re.
Jêder: Hevbendî