Nûnerîtiya Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şewreşê û Rikberiya Sûriyê, li Navenda Nopel ya Aşitiyê û Dezgeha Sînema Dokomentî li Nerwicê, Pêşingeheke Wêneyan der barê Tawankariyên Rêjîma Esed yên ko di mafê sivîlan de pêk anîne diyar dike, û tekez dike ko divê ew Tawankarê cengê siza bibe, û ne mumkine ko di çi qonaxeke veguhêz de bê pejirandin.
Di Pêşengeha ko doh Pêncşembê li Paytexta Nerwicê Oslo çêbû, Wêneyên Êşkencekirina Girtiyan hatin pêşkêşkirin, ew girtiyên di Zindanên Rêjîmê de hatine êşkencekirin, û wêneyên wan ji hindirê Nexweşxana 601 û 607 ên leşkerî yên li herêma Mezê li Şama paytext yên ko Rêjîmê ew wek Zindan ji bo êşkencekirina Girtiyan bikar anîne hatine derxistin, her wiha ev Wêne şûna êşkenceya ko endamên hêzên Rêjîmê ji fetisandin, lêdan û birçîkirinê, der mafê Gitiyan diyar dikin.
Di Pêşingehê de Fîlmekî Dokomentî hate pêşkêşkirin, tê de kirdeyên Rêjîma Esed ji kuştin, û koçkirinê û gava ko bermîlên teqîner bi ser serê niştecihên aram de berdidan diyar kirin.
Di pey re rûnştinek gengeşekirinê li ser dadiya veguhêz li dar xistin.
gelek diblomasî, siyasî her weha balyozê Emerîkî yê berê yê tawankariyên cengê Stîvin Rab tê de beşdar bûn.
Balyoza Hevbendiya Niştîmanî li Nerwêcê Henan Elbelxî got ko Hêzên Şoreşgêr çi rola Beşar El Esed di çi Qonaxa Veguhêz de red dikin, û tekez dikin ko ew tawankarê cengê ye û giring e siza bibe, çimkî wî tawankarî der mafê sivîlan li Sûriyê kirine.
Û bêtir got ko Rêjîma Esed di tawankariyan de ne kêmî DAIŞa tirorist û Naziyan e, û xwest ko dosya Sûrî ji Dadgeha Tawankariyên Navdewletî re bête şandin.
Jêder Hevbendî