Enes Ele’bide, Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, nameyek ji heryek ji Bankî Mon sikirtêrê giştî yê NY û Rimlan Bin îbrahîm serokê encûmena asayîşê re şand, derbarê siyemîn raporta mîkanîzma lêkolîna hevbeş ya di navbera NY û rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî, ya ku têde bikaranîna gaza kilorîn bi awayekî dubarekirî ji aliyê rêjîma Esed wek çekê şer hatiye piştrastkirin.
Ele’bide di nameya xwe de ya hatî hevdem ligel destpêkirina civînên encûmena asayîşê, têde bal kişandiye ku bikaranîna rêjîma Esed ji çekên kêmyayî re, piştî emzakirina wê li ser rêkeftina qedexekirina çekên kêmyayî, bi xwe binpêkirinek eşkere ye ji biryarên encûmena asayîşê yên 2118 û 2209 û 2235 re.
Ele’bide daxwaza sepandina sizayan ligor benda heftan ya soznameya NY ji dewletên endam kir, herwek teksta hatî di biryarên encûmena asayîşê yên 2118 û 2209 û 2235 de hatîn, ya têde her aliyê dikeve dibin sizayan de û yê bêrêziyê li yasa navdewletî bike û bi mebest bi kuştina sivîlên bêguneh radibe.
Ele’bide tekez kir ku pêwîstiya belgeyên bi dest mîkanîzma lêkolîna hevbeş bi gengeşkirinê nîne û ew ên dirust in, û tekez dikin ku rêjîm çekên kêmyayî bi awayekî pêrewkirî bikar anîne ji bo teror û kuştina sivîlên Sûriyê, herwiha bi dûrnexist ku rêjîmê pirogramekî veşartî yê çekên kêmyayî hebe.
Û mîkanîzma lêkolîna hevbeş bi awayekî zelel gehişt wê encamê, ku gelek navçeyên sivîlan ji aliyê hilîkopterên rêjîmê bi bermîlên gaza kilorîn hatine bombebarankirin, û ji wan navçeyan Til Mins û Sermîn li Idlibê di 21’ê nîsana 2014 û 16’ê adara 2015 an de li peyhev, tevî bikaranîna gazên jehirkirî li Mari’h li gundewarê Helebê ji aliyê rêxistina DAÎŞ’ê ve.
Herwiha Serokê Hevbendiyê tekezî li ser giringiya livên hevbeş û yên takalî yên dewletên endam kir, ji bona standin û wergirtina rêşûn û rêkarên dadgehkirina rêjîmê, herwiha daxwaza Hevbendiyê ya ji endamê encûmenê re û ya bi daxwaza li xwegirtina erkên xwe yên destnîşankirî di soznameya NY û di biryarên encûmena asayîşê de yên pêwendîdar bi rewşa Sûriyê dubare kir.
Serokê Hevbendiyê di nameya xwe de ji encûmena asayîşê, daxwaza parastina sivîlan ji êrîşên din yên bi çekên kêmyayî kir, bi rêka peydakirina rêkarên pêwîst ji bona danîna tixûbekî ji hêzên esmanî yên Esed re, û amaje bi navçeyeka dijfirînê li ser qada Sûriyê kir, ku dibe şêwazekî biraktîkî ji bona sivikirina metirsiyên bombebarankirinê û parastina sivîlan bê pêwîstiya bikaranîna firokan li esmanî yan serbazan li ser zemînê.
Û bal kişand li ser giringiya garantiya dadgehkirina kesên berpirs di ber bikaranîna çekên kêmyayî de û giringiya raguhestina fayîlê Sûriyê bo dadgeha tawanên navdewletî, û standina rêşûnan li jêr desthilata dadweriyek xwecihî ya navdewletî de bi awayekî takalî bi rêka hikûmetên dewletên endam.
Ele’bide carek din pabendiya Hevbendiya Niştimanî bi armancên şoreş yên li dijî zilm û stem û tawankariya rêjîma Esed dupat kir, herwiha tevî pabendiya Hevbendiyê bi avakirina dewleteka sivîl ya demokratîk û dadmend û firealî û têde sercem xelkê Sûriyê bi erk û mafên xwe yeksan bin bê li berçavgirtina cudahiyên netewî û olî û ayînî, herwiha pabendiya wê bi dijberiya hemû rengên terorê tekez kir, û bal kişand ku têkşikandina terorê û dirustkirina Sûriyayek azad û demokratîk nabe hevdem ku rêjîma Esed radibe bi kêmyabarkirina sivîlan bi gazê û serbest dayîna wî ji sizakirinê.
Di dawiya nameya xwe de got ku “pêwîstiya sivîlên Sûriyê bi parastinê heye ji çekên kêmyayî û ji çekên din yên qedexekirî û ji sercem êrîşên bitewş yên esmanî heye, û kêmtir ji vê yekê wê bibe hokarê zêdekirina hejmara kuştiyan û wê yasa navdewletî têxe cihê şermezaryê û kirêt bike”.
Jêder: Hevbendî