Komkara Erebî û Saziya Hevkariya Islamî bi “tundî”operasyonên kuştina sivîlan li Helebê Şermezar kirin, û ji cvaka navdewletî xwestin ku zû destêwerdanê bikin ji bo rawestandina tiştê ku dibe.
Û emîdarê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Abû Alxêt, doh, di daxuyaniyekê de got:” Em bi tundî kiryarên kuştinê yên ku li dijî sivîlan di van rojên dawî de li Helebê dibin şermezar dikin, ew kuştina ji encama bombebarankirina asîmanî ya hovane û operasyonên leşkerî yên li rojhilatî bajêr dibin, yên ku têkçûna agirbesta vê dawiyê gahabûnê dupat û kûrtir dike”.
Û Ebû Alxêt weha jî got:”Ev gurkirina şer ya metirsîdar, nîşana baweiya şaş ya hin aliyan e, ku ew Karin çareseriya leşkerî ferz bikin, bêyî ku pêwîstî bi çareseriya siyasî hebe”, û ew amaje bi rêjîma Esed dike, ya ku cengeke kirêt dijî sivîlan li Helebê dike, û di encamê de zêdî 300 şehîdî di van sê rojên dawî de ketine”.
Û amaje kir ku” tiştên di raporên ragihandinê de hatine derbarê bikaranîna çekên kîmawî dijî sivîlan, pêşketinek cihê mixabiniyê û metirsîdar e, eger rastiya wê were dupatkirin divê yekser raweste”.
Û Ebû Alxêt di daxuyaniya xwe de ji Encumena Asayişê xwest ku xwe bide ber berpirsyariyên xwe yên exlaqî û yasayî û hemî aliyên têkildar neçar bike ku yekser bighên agirbestekê ku rê li pêşiya bihawarçûna sivîlên bêguneh veke”.
Û di heman mijarê de, emîndarê giştî yên “Saziya Hevkariya Islamî”, Eyad Emîn Medenî got:”em bi tundî bombebarana berdewam ya dijî sivîlên Helebê û têkbirina karwanên hewarçûna mirovî şermezar dikin”.
Û Medenî ji civaka navdewletî xwest, bi taybetî ji kesên ferzkirina rawestandina kiryarên dijminkarî û sepandina agirbesta mirovî li xwe girtine, ku zû kiryarên kuştinê û komelkujiyan li dijî deverên sivîlan rawestînin”.
Û Medenî tekezî kir li ser ku” pir giringe NY derbarê binpêkirinên metirsîdar ji yasaya navdewletî ya mirovî re ya li bajarê helebê dibe bilive”.
Û hêzên rêjîma Esed û yên asîmanî yên Rûsî, kompaniyek asîmanî ya tund û berdewam li dijî taxên bajarê Helebê yên dorpêçkirî pêk tîne, ku di encamê de hejmarek ji nevendên jiyandar û senterên Berevaniyan Sivîl jî di nav wabn de wêran bûne”.
Û Hevbendiya nştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, li ser zimanê cîgirê serok Miwefeq Nêrebiyê , ku divê ne tenê Beşar Esed û bendeka xwe bên dadgehkirin, lê belê divê hikûmeta Rûsî û Ya Îranî jî, ji ber beşdariya wan ya yekser di tawanên ku dijî gelê Sûriyê dibin”.
Û Nêrebiyê daxwaz ji Amarîka, “wek aliyekî ku kilît di destê wê de ne”, her weha ji civaka navdewletî kir, ku xwe bidin ber berpirsyariyên xwe der barê bêdengiya li hember vê tawanê dibe, û divê Amerîka li gor serpereştiya xwe barê xwe hilgire, der barê xwîn û wêranî û koçberkirina ku gelê me rastî wê tê.
Jêder : Hevbendî+ Ajans