Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, wê sibe sêşembê, civîneke befireh ya Desteya Siyasî li dar bixe, bi beşdariya çend endamên Desteya Giştî û Desteya Bala Ya Danûstandinan, wê tê de encamên civînên New York’ê û biwara meydanî ya aloz li Helebê gotûbêj bikin.
Razgirê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî, Riyad Elhesen, diyar kir ko civîn dê zêdegaviyên berdewam yên Rêjîma Esed û Rûsya û Îranê di derbarê sivîlan de û bi taybetî li Helebê bi amanca destdanîna ser wê gotûbêj bike.
Hem wê paşeroja operasiyona siyasî û danûstandinan ko dihate texmînkirin, Stîvan Dî Mistora, şandyarê navdewletî, dawiya evê mehê, doza lidarxistina wê bikira gengeşe bike. .
Şanda Hevbendiya Niştimanî û Desteya Bala Ya Danûstandinan, serdana xwe ya New York’ê ya li rex civînên Komela giştî ya Netewên Yekbûyî ya xola wê ya 71an bidawî kir, bi sedema êrîşa kirêt li ser Bajarê Helebê.
Elhesen got ku Netewên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê li pêşberî mirovantiyê têkçûna xwe tekez dikin, eger nikaribin tawankaran rawestînin.
Û destnîşan kir ko Rûsya û Rêjîma Esed û Îranê, biryara girtina rêka siyasî bi her awayî girtine, û dane ser rêka leşkerî, tako bigihên amancinan, û wê weha bimînin eger ”Cîhan û hevalên me bi ferizkirina rêyekê ji bo derketina ji vê gerînekê bêçare bimînin.”
Di Daxuyaniyeke hevbeş de wezîrê derve yê Firensî, Îtalî, Birîtanî, Elmanî û yê Yekîtiya Ewropî, gotin ku sebir û semax li ser nekarîna Rûsya an nexwestina wê derbarê bicihkirina erkên xwe, sînor jê re heye, û daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kir da pêngavine lezgîntir bavêje, ji bo beraberiya hovîtiya vê dijberîtiyê bikin û bi taybetî li Helebê.
Jêder: Hevbendî