Komîta Nirxandinê ya Xelata “Norinbirg” ya Mafên Mirovan, doh Duşembê, biryar da ko xelata xwe ya sala 2017an bide wênekêşê Sûrî “Qeyser”, çimkî wî bi hezaran wêneyên qurbaniyên eşkencekirinê di girtîgehên Esed de eşkere kirin.
Komîtê got ko wê biryara dana Xelata xwe ji bo “Qeyser” da, çimkî ew “Qehreman” e, çimkî wî xwest ”zêdegaviyên li ser mafê mirovan ên belgehkirî bê sizakirin nemînin” . û diyar kir ko“Qeyser” nikare xelatê bi xwe werbigire çimkî “ew naxwaze nasnameya wî diyar bibe”.
“Qeyser” wênekêşê ko ji “Ewlekariya Leşkerî” ya Rêjîma Esed cuda bûye, bêtir ji 50 000 wêneyên girtiyên di bin êşkenceyê de di Girtîgehên Rêjîmê de jiyana xwe jidest dane belav kirine, û gelek kesan mirovên xwe ji wan wêneyan nas kirine. Her wiha Rêkxistina “Human Rights Whoch” di nîveka meha çileyê pêşî sala 2015an, tekez kir ko “ev Wêne belgehine xuya ne li ser Rêjîmê ko tawankariyên li dijî mirovantiyê dike.”
Xelata“ Norinbirg” her ji du salan tête dan, û nirxê wê 15 hezar Euro ye û dê bi fermî di 24 êlûna sala dahatî de bête pêşkêşkirin.
Jêder: Hevbendî+Simart