Hevrêzkarê giştî yê desteya bilind ya danûstandinan Riyad Hicab, tekez kir ko Rûsya aşkere amancên xwe li Sûriyê radigehîne. Piştî ko nexweşxane û jêrxaneya hemû bajarên Sûriyê wêran kirin, va ye îro amanceke din radigehîne ew jî wêrankirina dibistanan e, guman tê de nîn e ko ew mirovên Sûrî û wêrankirina şaristaniya wan dike armanc, û dixwaze rê li ber jiyana wan bigire, û wan ji xak û welatê wan rake, û yên mayî berê wan bide koçberiyê an tundrewiyê û wan ji jiyanê bêhêvî bike.
Ew di nameyekê de ji bo emîndarê giştî yê Netewên yekbûyî Ban Kî Mon re şand, piştî kuştara Has li gundewarê Idlib ya doh Rûsan û rêjîma Esed pêk anîne, piştî çend rojan ji xelatkirina Kîmon ji nûnerê Sûriyê yê Netewên yekbûyî re.
Hicab di nama xwe de pirsiyar kir: “gelo miletê Sûrî jî nehêjayî xelatkirinê ye li ser xweragiriya wî li himber operasiyona qirkirina ko rêjîm û hevalbendên wê û Rûs û Îranî ji 6 salan ve dikin”
Weha jî got: “dibe Rûsya jî dixwaze xelatekê werbigire, ji bo hemû cûreyên çekan di kuştina gelê Sûrî de bikar bîne bê ko kes astengiyan jêre çêke, û xelatekê ji bo rêjîmê û hevalbendên wê yên Îranî jî yên ko ev 6 sal di kuştina milet de berdewam in. ”
Bêtir got: “em tiştekî ji Netewên Yekbûyî naxwazin, çimkî ev 6 sal in em ji we dixwazin ko miletê Sûrî biparêzin û kesên tawankariyên cengê di derheqê wî de pêk anîne siza bikin, lê hûn dengê vî miletê ko li pêş çavên cîhanê qir dibe nabihîzin, heta bi gava ko rêjîmê çekên kîmawî bikar anîn, rewaya navdewletî pişta xwe da milet, û berê xwe jê guhert”.
Hicab di nama xwe de bal kişand ser yek ji şagirtên dibistanê ji qurbaniyên kuştara doh li Has çêbûye û got: “em ji we re dinivîsînin da hûn bibînin çawa qetên mirovan belawela bûne, û hêj destê vî zarokî bi çenteyê dibistanê ve ye, û em ji we dipirsin gelo birastî rêjîma Esed û hevalbendên wê Rûsî û Îranî hêjane ko endam bin di Netewên Yekbûyî de, ya ko li ser bingehê nehêlana tawankariyan li dijî mirovantiyê û sizakirina yên dikin hatiye avakirin?”
Di dawiya nama xwe de, Hicab dibîne ko bersivdana van pirsan bese ji bo nasnameya netewên yekbûyî û rewatî û diristiya wê diyar bibe, û danîna wê pêş pirsiyariya wê ya yasayî û exlaqî.
Jêder: Hevbendî