Suhêr Atasî endama Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, daxwaza rakirina dorpêça li ser navçeyan a ji aliyê hêzên Rijêmê û milîsên mezhebperist kir, û her weha derbaskirina alîkariyên mirovî yên bilez, nameze bo bajarokê Medaya li gundewarê rojavayê Şamê, û daxwaza vekirina korîdorên mirovî kir û her weha rakirina astengiyên hêzên Esed û milîsên Hizibulaha terorîst têxin li pêş derxistina nexweşan, ku 25 nexweşên giran yên gurçikên wan nesax in hene, û nebûna kereste û alavên pizîşkî û yên şûştina gurçikan, û pênc nexweş nêzî kêferata mirinê bûne.
Atasî rexne li kêmasiyên karê navnetewî kir, yê terxannekirina bizavên pêwîst bo rakirina dorpêçkirinê û vekirina korîdorên mirovî û derbaskirina alîkariyan bo xelkê pêwîstîdar, wek hatî di tekestên biryarên encûmena asayîşê de. û Atasî tekez kir ku pêwîstiya xwîna Sûrî ya rijandî bi destê terora rijêma Esed û hevalbendên wê bi destêwerdana civaka navdewletî heye, ne tenê bi hevokên hevxemiyê, û behanedîtina vîtoya Rûsiyê.
Medaya ji ber kêmiya xwarin û dermanan ketiye di rewşek mirovî ya xirab de, ku dumahîk barê alîkariyan berî heyvekê derbas bibû, û îro desteya pizîşkî li bajarokên Medaya û Beqîn helawîstina karê xwe ragihand ji ber kêmiya alav û dermanan bi sedema dorpêçkirina navçeyê ji aliyê hêzên Esed û milîsên Hizibulaha terorîst.
Û desteyê di daxuyaniyeke vîdyoyî de got ku sedema helawîstina wê ji ber gelek sideman ne, ku yên herî giring ji ber peydanebûna tîma pizîşkî ya bikaribe bi çareserkirina birînên giran rabe, û herwiha nebûna derman û alavên pêwîst bo nesaxan di bexweşxaneyên meydanî de, tevî nekarîna derxistina nexweşên giran ji bajêr ji ber nekarîna NY û Heyv sor Û Xaça Sor, ji ber qedexekirina vê yekê ji aliyê çekdarên Esed û Hizibulaha terorîst.
Desteya pizîşkî daxwaza vekirina xaleke pizîşkî ya ku tîmeke pizîşkî û pêdawistiyên nojdarî têde hebin ji heyva sor kir, û daxwaza derbaskirina derman û veksînanên zarokan û dermanên nasaxiyên giran bi awayekî berdewam û bilez kir.
Ji bilî dorpêçkirinê jî, Medaya rastî bombebarankirina hêzên Rijêmê û kiryarên sekvaniyê yên berdewam dibe, ku di heyamê du rojên bûrî de, du ciwan bi guleyan wan hatin kuştin.
Jêder: Hevbendî