Artêşa Azad destpêkirina qonaxa duwem ji şerê “Dastana Mezin Ya Helebê” ragihand, ya bi armanca têkşikandina dorpêçkirina li ser taxên Hekebê yên rojhilat, û ji bo bidawîkirina dagîrkeriya rijêma Esed û rizgarkirina taxên rojavayê Helebê.
Hêjayê gotinê ye ku şoreşgran karîne di qonaxa yekê de serkeftinên leşkerî yên mezin bidest xwe ve bînin, û karîn hin xal û navçeyên stratîjîk rizgar bikin, ji wan taxa Esed û navçeya Minyan, û xwe gihandin nêzî beşê rojavayî bajêr, yê di dest hêzên rijêmê de ye.
Û şoreşgeran di destpêka qonaxa duwan de, êrîş birin ser Akadimîsyona Leşkerî, bi armanca ku ber bi taxa Elhemdaniyê de pêş bikevin, ya dibe destpêk ji bo şikandina dorpêçkirina li ser taxên rojhilat, bi rêka vekirina rêçikeke nû, ku bi rêka wê derbasî gundewarê rojavayê Helebê bibe.
Û hin çalakvanan ragihandin ku artêşa azad êrîşî wargehên rijêmê û Elheşd Elşe’bî li pirojeyê 3000 xanî kirin, ku ew piroje beşek ji taxa Elhemedaniyê ye, û ev tax mezintirîn taxên Helebê yê rojava ye.
Herwiha serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Enes Ele’bide, got ku “rûpelin şikodarî û şahnaziyê li Helebê tên nivîsîn”, û got ku ” mêrên Helebê yên mêrxas dastanek mezin lidar dixin, li hember şerxwaz û neyarên şaristaniyê bo rizgarkirinê û şikandina dorpêçkirin, azadîxwazên cîhanê ligel we ne”.
Jêder: Hevbendî