Serokê Komîta Yasayî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Hesem Elmalih, daxwaz kir ko Dosya Sûrî ji Encûmena Ewlekariyê ber bi Komela giştî ya Netewên Yekbûyî bête şandin, û kesên destên wan di tawankariyên cengê de hene di derheqê miletê Sûrî de bêne sizakirin.
Elmalih di daxuyaniyeke taybet de îro got ko wî”ji Emîndarê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû Elxeyt re, di hevdîtina ligel li bargeha Komkara Erebî, vekolînek pêşkêş kiriye, ji bo kêşandina dosya Sûrî ji Encûmena Ewlekariyê û şandina wê ber bi Komela giştî ya Netewên Yekbûyî li jêr benda (Hevgirtin bo Aştiyê). ”
Elmalih got dosya ji bo komela Netewên Yekbûyî re bête şandin û dengdana li ser, giringiyeke wê ya taybet heye, çimkî ev operasiyon himber benda heftan ya peymana Netewên Yekbûyî ye. Û bal kêşand ser belgehên ko ji emîndarê giştî yê komkara Erebî re pêşkêş kirine, yên derbarê zêdegaviyên Beşar Elesed û Milîtanên mezhebperest yên li rex wê şer dikin di şeş mehên buhûrî de ji vê sale, û ew belgeh bo Netewên Yekbûyî pêşkêş kirine.
Toreya Sûrî ya mafên mirovan doh hêzên Esed û Rûsya bi amanckirina navendên pêdiviya jiyana sivîlan tawanbar kirine, û amanckirin 144 navendan di meha çêriya pêşî ya buhûrî belgeh kirine. Toreyê anî ziman ko navendên hatine amanckirin 46 avahî ne û 34 navendên perwerdeyî, 21 navendên çandê û 4 kampên penaberan.
Elmalih di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ko digel Ebû Elxeytt rewşa meydanî ya Sûriyê û ya herêmî gotûbêj kir, û li ser giringiya sizakirina tawankaran û şandina wan ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî tekez kir, û daxwaz ji Komkara Erebî kir tako berpirsiyariyên xwe li herêmê hilgire.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî