Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê û bi amdebûna Cewad Ebû Heteb civînek awarte lidarxist, ji bo gengeşekirina kirîza di navbera hêzên leşkerî li bajarê Izazê li gundewarê bakur yê Helebê derket.
Ebû Heteb diyar kir ku ew şerê di navbera hêzên leşkerî de ziyanên mezin bi şoreşa Sûriyê dighîne, herwiha moralên alîgir û cemwarên şoreşê sist dike, û tekezî li ser giringiya pabendbûna hemû aliyan bi desteya dadwerî ya bilind kir, ya çavdêriya dose û nakokiyên di navbera hêzên leşkerî de derkevin dike.
Ebû Heteb di daxuyaniyek taybet de got:” şer di nav hêzên leşkerî de nayê pejirandin” û got: ” emê rabin bi pêşkêşkirina destpêşxeriyekê bo çareserkirina nakokiyan û kontrolkirina arîşeyan”, herwiha daxwaza tevlîbûna sercem hêzan di artêşek niştimanî ya yekgirtî de kir, li ser binyat û lêvegerên piransîpên şoreşa Sûriyê yên ji bo dad û rûmet û azadiyê.
Ku di roja duşemê di (14’ê çirya paşî) de, li bajarê Izazê şer û pevçûn di navbera hêzên leşkerî derketin û têde hin kes hatin kuştin, û têzanîn ku di demekê pêştir de û bi sedema derketina şer û nakokiyan hin şehîd û birîndar li Xûta Rojhilat ketin.
Ji aliyê xwe ve, Sikirtêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Ebulîlah Fehid got ku miletê Sûriyê qurbaniyên mezin ji bo şoreşê pêşkêş kirine”, û got “divê sercem hêz rêzê li xwîna şehîdan bigirin, ew xwîna ji bo welat û mafên milet hatiye rijandin “.
Û Fehid aliyên şerker han dan li ser giringiya pabendbûna bi piransîpên şoreşê û rewştên wê yên di heyamê şeş salan de, û daxwaz ji serkirdeyên nû kir ku li ser heman rêbeza wan serkirdeyên berê biçin yên xwîna xwe kirin bi qurbana parastina gel û rûmet û azadiya wî.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê