Dr. Ebdulhakîm Beşar cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, doh çarşembê 16.11.2016an li nivîsgeha Hevbendiyê li Istanbulê, pêşwaziya “Pîter” kir berpirsiyarê karûbarê kêmnetewan, ji wan jî Kurdên Sûriyê, li wezareta derve ya Birîtanî, û birêz Tom berpirsiyarê dosya Sûrî li qunsilxana Birîtanî li Istanbûlê, û di hevdîtinê de birêz Fûad Elîko endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê û Şelal Gedo endamê emaneta giştî ya Hevbendiyê beşdar bûn.
Dr. Ebdulhekîm destpêkê li ser rewşa Sûriyê bi giştî (Oposizyon-Encûmena Niştimanî- PYD) axivî û li ser ezmûneya herêmê di dewleta navendî de, ko dest bi destûrên dîmuqratî kirin û bi rêjîmên dîktator bidawî bûn, û sedemên daxwazkirina fîdraliyetê pêşkêş kirin, ko Sûriyê dewleteke Pir-netew, Pir-ol û Pir-çand e û rewşa cudabûnê ya ko Sûriyê dijî, ji ber ku rêjîmê hiştiye bawerî di navbera wan de nemîne, Her wiha li ser kêşeya fêrkirin û bacê axivî.
Aliyê Birîtanî têgihiştina xwe ji tirsên aliyê Kurdî re diyar kir, yên der barê çend bendên di belgeya desteya bilind ya danûstandinan de û got: em nabînin ku pabendiya bi vê belgeyê ferze, û di qonaxên tên de wê kar ji bo başkirin û pêşvebirina wê bibe, û xwestin ku li pêşinyarên aliyê kurdî ji bo belgeyê guhdarî bikin da wan tevlî belgeyê bikin, û rêz û razîbûna xwe ji rola aktîv ya Encûmena Niştmanî Kurdî di Hevbendiya Niştimanî û Desteya Bilind Ya Danûstandinan de anîn ziman, û hêvî kir ko kar bi vî alî de bipêş ve berdewam be.
Di derbarê fîdraliyetê, aliyê Birîtanî destnîşan kir ko ew baştirîn awa ye, lê belê têgeha fidraliyetê û cîbicîkirina wê li her welatekî ji yê din cuda ye, û diyar kir ko tiştê PYD pê radibe rengekî nîgatîv dide, ko dibe fidraliyet dibe parçebûn.
Her wiha şanda Birîtanî li ser kirdeyên PYD axivî û got ko em rê nadin ev hovîtiya dikin berdewam bike, û tekez kir ko ew haydar in ku peywendiyên wan bi Rûsya û Rêjîmê re hene. Bêtir got ko em ê bi şirîkên xwe re bi taybetî Emerîka re kar bikin da bandorê li PYD bikin ji bo rewşa xwe baştir bikin.
Jêder: Hevbendî