Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Mihemed Coce, tekez kir ko zêdekirina Esed ji bombebarana ser sivîlan li taxa Elweer ya dorpêçkirî li Humsê çi amanc jê nîn e ji bil koçkirin û guherîna dîmugrafî bi mebestên mezhebî ko bi pirojeyên Îranê ve li Sûriyê û herêmê girêdayî ye. Hişyarî da ko ev ê ziyanê bigehîne herêmê bi tevayî ne tenê Sûriyê .
Coce bêdengiya navdewletî ya himber kirdeyên rêjîma Esed û Sûriya li dijî sivîlan pirotesto kir, û rexne li daxuyaniyên sar ko ji hin aliyên navdewletî derdikevin kir, yên ku pê ruhniya kesk didin rêjîmê û hevalbendên wê , ji bo tawankariyên xwe berdewam bikin.
Coce dibîne ko Şandyarê navdewletî Stîvan Dî Mistora , guh nede tawanên ko li Sûriyê dibin, ew bi vê yekê alîkariya Rêjîmê dike, û tawankariyên qirkirinê yên li Sûriyê têne kirin dinixumîne, bi taybetî yên ko li herêmên dorpêçkirî wek taxa Elweer li Humsê û yên li Helebê çêdibin.
Rêjîm ev heft roj peyapey taxa Elweer ya dorpîçkirî bi hemû cûreyên çekan ji wan jî yên qedexe wek napalima sotandinê bombebaran dike, di encamê de 18 sivîl kuştine û bêtir ji 150 yên din di rojên dawî de birîndar kirine.
Navenda Hums ya Ragihandinê di heft rojên dawî de serjimarek çêkiriye, û tê de 68 mûşekên zemîn-zemîn cûreyê Fîl û bêtir ji 360 guleyên Topê û Hawinê û 50 bombeyên napalim hejmartine.
Navendê tekez kir ko hêzên Esed malên niştecihan li taxa dorpêçkirî amanc kirine, her wiha du dibistan û navendek zarokan û nexweşxanek û nevendeke bijîşkî û cihekî derbideran ko Netewên Yekbûyî çavdêriya wê dike, her wiha bombebaranê 12 avahî biyekcarî wêran kirine û burcek ji 14 qatan (burcê teyar) rûxandiye. Navendê bêtir got ku rewşeke tirsank di nav xelkên taxê de çêbûye, û dibistan û mizgeft bi sedema operasiyonên leşkerî hatine girtin, û hêzên rêjîmê çi tiştê bilive li piraniya teweran li taxê gulebaran dike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê