Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde, daxwaza karekî bi istiraticiyeke nû û yekgirtî ji hevalên Miletê Sûrî kir, ji bo parastina sivîlan ji tawanên cengê yên ji aliyê Rûsya û Rêjîmê pêk tên, û bi taybetî li Helebê.
Elebde di pêşwaziya alîkara wezîra derve ya Danimarkî Şarlot Slînta û şanda digel îro tekez kir ko giring e herêmeke qedexekirina firandina firokan çêbibe ko bibe cihekî hêmin ji xelkên Sûriyê re da wan ji firokên Rêjîmê û Rûsya biparêzin, daxwaz ji Danimark û hevalên Ewropî kir ko bi roleke aktîv di vê biwarê de rabin.
Elebde şanda Danimarkî bi rewşa li Sûriyê dibe û operasiyona leşkerî ya tund ko Rûsya û Rêjîma Esed li Helebê pêktînin agahdar kir, û diyar kir ko istiratîciya Rêjîmê ewe koçkirina kotekî û guherîna dîmugrafî li herêmên dorpêçkirî ferz bikin, bi agirbestên xwecihî û di rêya xurtkirina bombebaranê û tawanan.
Her wiha kiryarên Rêjîmê yên ji sala 2014an ve dike, û tawanên lidijî mirovantiyê û ya dawî li Helebê pêk aniye, ji bo operasiyona siyasî têk bibe.
Her wiha Elebde tekez kir ko giring e piştgiriya pirojeyên pêdiviya Sûriyan li herêmên rizgarbûyî ji fêrkirin, tendiristî û xizmetên bingehîn di rêya piştgiriya desthilata Sûrî ya demkî bibe.
Ji aliyê xwe ve Silînta li ser piştgiriya desthilata Danimarkî ji Hevbendî û miletê Sûrî re, tako bigihên veguhastina siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê tekez kir.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê