Armanckirina bajarê Helebê yê dorpêçkirî ji aliyê rijêma Esed û Rûsiya ve, bi nêzîkî 2hezar êrîşên esmanî û zêdetir ji 7 hezar topan tevî mûşekên balistîk û bombeyên weşî û betlên gaza kilorê yên qedexekirî di 13 rojên bûrî de, ji aliyê Berevaniya Sivîl ya Sûrî hatin dîkomentkirin.
Bergiriya bajêrvaniyê duhî di daxuyaniya xwe ya wênekirî de, diyar kir ku ew bombebarankirin bûye sedema jikarketina sercem nexweşxaneyên bajarê Helebê, û herwiha ziyanên mezin gihane bergiriya bajêrvaniyê, û zêdetir ji nîvek ji alav û amorên xwe yên serekî jidest dane, ji encama armanckirina tîmên wê dema bi erkên xwe yên mirovî radibin, ji bo hawarçûn û rizgarkirina wan kesên di bin kavilên wêrankirî de dimînin, û herwiha du navendên wê ji çar navendan bi yekcarî hatine têkbirin.
Û hêjî firokên Rûsiya bi bombebarankirina jêrxana navendên bajêrvaniyê radibin, wek dezgehên eletrîkê û yên avê û nanpêjgeh û nexweşxane û navendên bergiriya bajêrvaniyê yên Heleb û gundewarê wê, û ev êrîş her ji 15 çirya pêşîn ve bi awayekî zêde berdewam in, hevdem ligel bicihkirina hêzên deryayî yên Rûsiya li perava Sûriyê ji bo beşdariya oparesyona leşkerî ya dijî Heleb dibe.
Heleb duwemîn bajarê mezin yê Sûriyê ye, û her ji 94 rojan ve nêzîkî 300 hezar sivîlên wê ku piraniya wan jin û zarok in, ji aliyê hêzên Rijêmê û milîsên mezhebperist bi tekûzî hatiye dorpêçkirin.
Bergiriya bajêrvaniyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ku her ji roja duhî û heta niha hêjî 35 kes dibin wêraniyan de asê ne, û tîmên bergiriyê heta derxistina daxuyaniyê nikarîne xwe bigehînin wan.
Û bergiriyê bajarê Helebê bi bajarekî bobelatlêbûyî ragihand, ji ber nemana ambarê sûtemeniya wê ya yedek bi carekî û herwiha jikarketina alav û otimbêlên wê yên ji bo hawarçûn û rizgarkirina sivîlan, û ji aliyek din ji ber berdewamiya êrîşên çavrênekirî yên li ser taxên bajêr dibin, tevî ku niha xelkê wê di bobilatek mirovî de dijîn ji ber ku hîç Kel û pelên xwarinê û derman derbas nabin.
Bi vê yekê bergiriya bajêrvaniyê bangewaziyek da sercem rêxistinên mirovî û yên hawarhatinê û yên saxlemiyê bo mayîtêkirina bilez ji bo rawestandina bobilata mirovî ya sivîlên dorpêçkirî yên Helebê.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê