Balafirên cengê yên Beşarê kujer komelkujiyek pêk anîn û di encamê de 25 sivîl bûn qurbanî, pirê wan jin û zarok in, ji bilî bidehên birîndaran, li taxa Bab Alnêreb a helebê, ew qesabxane çêbû dema ku sivîl bi meşê ji taxên rojhilat ên Helebê derbider dibûn, hatin bombebarankirin.
Û hejmara qurbaniyên sivîl li Helebê û gundewarê wê, doh, ji encama bombebara balafirên Rûsiya û rêjîma Esed giha 54 şehîdan, 9 şehîd li taxa Salihîn, û 8 li Ensarî, û 5 li Miyeser, û 3 li Kerm Elbêg, û şehîdek li her yek ji taxên Mercê û Iza´a û Selaheldîn , her weha hêzên rêjîma Esed kargeheke dermanan li bajarokê Mensûra li gundewarê Helebê bombebaran kir.
Hevbendiya Niştimanî ev tawan şermezar kir, û civaka navdewletî berpirsyar dibîne ji ber bêdengiya wê û kêmterxemiya wê li hember parastina sivîlan û rizgarkirina xelkê bêguneh û ranewestandina êrîşên dijminkarî.
Ev komelkujî hevdem tê ligel bêdengiyek navdewletî tevî êrîşên hovane yên li ser bajarê dorpêçkirî dibin, ku bi sedan sivîl bûne qurbanî di çend rojên bûrî de, ji ber armanckirina taxên nişteciyan bi awayekî bimebest û bi piştevaniya dagîrkariya Rûsiya û milîsên Îranê.
Hevbendiyê destxweşî da endamên bergiriya bajêrvaniyê û qehremaniya şervanên artêşa Azad li Helebê, li ser kar û xebata wan bo bersivdana êrîşên Rûsiya û çeteyên Esed.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê