Hevrêzkarê Desteya Bilind Ya Danûstandinan Riyad Hicab, doh çarşembê li peytexta Tirkiyê Enqere, bi wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîş Oxlo re civiya. Tako çareyekê bibînin ji bo rawestandina tawanên cengê û operasiyona leşkerî ya hêzên Rêjîmê û hêzên Rûsî û Îranî li ser bajarê Helebê.
Herdu aliyan tekez kirin ko giring e dorpêç ji ser bajêr bête rakirin, û alîkariyên mirovî yekser bigihên kesên dorpêçkirî li gora biryara navnetewî 2254, hem jî piştgiriya hêzên Artêşa Sûrî ya azad bibe.
Hicab pesnê diplomasiya Tirkî û Operasiyona “Mertala Ferat” da, ya ko roleke wê ya xurt di parastina yekîtiya xaka Sûriyê û şerê li dijî Daişê de hebû, hem jî planên cudaxwazî yên komekên bi Partiya Karkerên Kurdistanê ve girêdayî ne ya ko di lîsteya tiroristiya cîhanî de li bakurê Sûriyê têk birin.
Hicab di hevdîtinê de got: “Operasiyona Mertala Ferat hêvî da miletê Sûrî ko wê karibin herêmeke hêmin bêyî bombebarana bêserûber çêbikin ji bo parastinê”, bêtir got: “berê me behsa bêçaretiya civaka navdewletî dikir, lê îro em li ser pûçbûna rola navdewletî ya bi tekûzî dipeyivin, ji ber van binpêkirinên ko hêzên Esed û hêzên Rûsî û yên Îranî dikin”.
Di dawiya hevdîtinê de Dr. Hicab spasiya xwe anî ziman ji bo bizavên mezin yên ko Tirkiyê di cihên navdewletî yên corbicor de piştgiriya şoreşa Sûriyê dike, û berevaniya miletê Sûrî dike, yê ko rastî kirêtirîn tawanên cengê tê, ji cenga cîhanî ya duyem de, hem jî ji bo rola wê di himîzkirina bimilyonan penaberên Sûrî de û sivikkirina derdê wan.
Jêder: Hevbendî