Serokê Encûmena xwecihiya bajarê Heleb, Birîta Hacî Hesen, duhî li roja çarşemê li Parîsê ligel wezîrê derve yê Firinsa Can Mark Îrolit, kongirekî rojnamevanî lidar xist li ser rewşa bajarê Helebê û êrîşên terorîstî yên ji aliyê rijêma Esed û Rûsiya û çekdarên Îranê li dijî sivîlên Helebê dibin.
Hesen daxwaza rawestandina êrîşan kir û got ku “sivîlên Helebê bang li cîhanê dikin ji bo alîkarî û parastinê “.
Û ligor amarên Bergiriya Bajêrvaniya Sûriyê ku zêdetir ji 750 kesî li Helebê, her ji roja 15’ê çirya paşîn û heta nuha şehîd ketine, bi sedema zêdetir ji 2000 êrîşên esmanî û 7 hezar top û narincokan, ku di nav wan de 70 kes di êrîşeke esmanî de, dema derdiketin ber bi taxên rojavayê Helebê de şehîd ketin, tevî desteserkirina derdora 200 kesên din.
Hesen tekez kir ku Rijêm kiryarên kuştin û tolvedanê li Helebê pêk tîne, û got ku belge û dîkomîntên bawerpêkirî li ser van kiryaran hene, û bal kişand ku bi taybetî peyayên jiyê wan di bin çil salî re tên armanckirin.
Li aliyek din duhî Serokê Encûmena asayîşa navdewletî Fodî Sîk, li ser endamên encûmenê, nameya Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes Ele’bide belav kir, ku Ele’bide ew peyam şandibû bo Bankî Mon Sikirtêrê giştî yê NY û Fodî Sîk Serokê Encûmena Asayîşê re, derbarê tawankariyên hovane yên li Helebê dibin ji aliyê rijêma Esed û hevalvendên wê, û bikaranîna çekên bitewşî û yên qedexekirî li dijî sivîlan, herwiha aliyek din yê nameyê hatiye li ser rewşa mirovî ya gelek xirab a xelkê Helebê ên dorpêçkirî.
Û Ele’bide di wê nameyê de daxwaza standina pêgavên bilez û vebir ji bo parastina sivîlên Helebê û rawestandina êrîşên hovane yên li dijî sivîlan û neçarkirina rijêma Esed ji bo pabend be bi rêkeftina Agirbesta Karên Dijminkarî û gihandina alîkariyên mirovî û pizîşkî bilez û bê xistina astengiyan bo bajarê Helebê û dadgehkirina berpirsên van tawanan ji NY kiribû.
Ku ji aliyê xwe, Wezîrê derve yê Firinsa daxwaza kar ji civaka navdewletî kir ji bo rizgarkirina bajarê Helebê ji kuştarên dibin û got ku “di pêşiyê de dibe sivîl bêne parastin û dibe çend rêşûnên piratîkî li ser zemînê bêne standin”.
Îrolit got ku “Em ê bibînin ka endamên Encûmena Asayîşê wê çi bikin bo parastina giyanên xelkê, em hemû di rewşek xirab de ne lê nabe em rûyê xwe jê biguherin”.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiyê + Wekalat