Berdevkê NY yê mafên mirov, Robirt Kolfêl îro roja sêşemê di kongirekî rojnamevanî de, hêzên Esed û milîsên Îraqê yên ser bi Rijêmê ve, bi kuştina sivîlan tevlî jin û zarokan tometbar kirin, piştî êrîşkirina li ser xaniyên welatiyan li Helebê li taxên rizgarkirî, û tekez kir ku belgeyên bawerpêkirî ji hindur bajêr hatine, darvekirina 82 sivîlan bi awayekî zindî ji aliyê hêzên Esed di çar taxên rojhilat de diyar dikin, û tekez kir ku hestên mirovî li bajêr bi yekcarî hatine têkçûn.
Û Wezîrê derve yê Firinsa Can Mark Îrolit, hevalvendên Rijêmê û tevî Rûsiya bi pêkanîna komelkujiyan li taxên Heleb ligel Rijêmê bi piştgiriya milîsan tawanbar kirin, û îro di daxuyaniyek rojnamevanî de got ku “nûçeyên teqez tên li ser binpêkirinên li Helebê dibin ji aliyê hêzên alîgirên rijêma Esed, û terorkirina malbatan bi xwînek sar, û darvekirinên bêdadgeh nemaze bi darvekirina jin û zarokan û şewtandina kesan di xaniyên wan de, û herwiha armanckirina nexweşxaneyan û tîmên pizîşkî û tevlî nexweşan bi awayekî berdewam û pêrewkirî”, û Îrolit daxwaza bikaranîna hemû mîkanîzman bê xemsarî ji NY kir, ji bo dîtina çareyekê ji rewşa Helebê re, da ku civaka navdewletî van tawankaran zisa bike.
Û ji hindur taxên Helebê yên rizgarkirî çalakvanan gotin ku tîmên pizîşkî yê nexweşxaneya Elheyat li taxa Kilasê bi tevahî bi destê hêzên Rijêmê û milîsên Îranê û Îraqê hatin sêdaredan, û gotin ku 9 zarok û 4 jin ji aliyê milîsên Îranê û Îraqê li taxa Elferdos hatin şewtandin, û tekez kir ku dengê jin û zarokan ji bin kavilên wêrankirî tên lê tikes nikare bi hawara wan ve biçe, bi sedema dijwariya bombebarankirina firokên şer yên Rûsiya û hilîkopterên rijêma Esed.
Û çalakvanan tekez kirin ku hêzên Rijêmê di bombebarankirinê de tank û firok û topxaneyan bikar tîne, û diyar kir ku niha hêzên Esed zêdetir ji 100 hezar sivîlan dorpêç dike, ku bi rêjeya 60℅ ji wan jin û zarok in di navçeyekê de ku rûberê wê ji 2 kêlomitrên çargoşî kêmtir e di herdu taxên Seyf Eldewlê û Elsikerî de, û kolanên teng rastî êrîşên dijwar tên ji aliyê firokên şer yên Rûsiya ve, hevdem ligel êrîşên bejayî yên hêzên Esed û milîsên din.
Ku hêzên Esed û bi piştgiriya firokên Rûsiya û milîsên Îranê her ji 15’ê çirya pêşîn ve hewl didin ku derbasî li nav taxên Helebê yên rizgarkirî bibin, piştî zêdetir ji sê heyvan ji dorpêçkirin û bombebarankirina wan taxan bi dehên êrîşan bi gazên jehrîn û bombeyên weşî, ku heta niha zêdetir ji 100 sivîlan şehîd û bi hezaran birîndar ketine, herwiha bûne sedema koçbarkirina bi hezarên xêzanan ji malên xwe, û girtina bi sedan ji xelkê revyayî.
Jêder: Wekalat+ Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê