Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê biryar da ko ew li hevdîtinên Kurdî yên Bingeha leşkerî ya Rûsî li Laziqiyê “Himêmîm”amade nebe. Ew hevdîtina ku efserê berpirsiyar li bingeha Himêmîm heft partiyên Encûmena Niştimanî Kurdî û hin partiyên din ji derveyî Encûmen ji bo wê vexwendî kirine. Ew redkirin hat ji ber ko Encûmen naveroka civînê nizane û li civînên amadekirinê yên berê hazir nebûye.
Ev gotinên bûrî serokê Encûmena Niştimanî Kurdî “Ibrahîm Biro” anîn ziman, û her weha got ku amanc ji civînê li gora vexwendinê ew e ku aliyên kurdî bide ser hev û Şandeke Kurdî çêbike ji bo di civînên dahatî de beşdar bibe û li ser destnîşankirina daxwazên Kurdan lihev bikin.
Biro da xuyakirin ko Encûmena Niştimanî vexwendin di nav xwe de gotûbêj kir, û giyan encamekê ku Nameyekê ji berpirsiyarên Bingeha Rûsî û wezareta derve ya Rûsî re bişînin, û tê de tekeziyê li ser rola Rûsya di operasiyona siyasî de li Sûriya bikin, û daxwazê ji wezareta derve ya Rûsî bikin ko civîn di navbera herdu aliyan de di demên dahatî de çêbibin.
Jêder: Rûdaw – Beşê Kurdî yê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî