Îro komeleya giştî ya Netewên Yekgirtî, di sipêdehiya roja pêncşemê de, biryar da li ser pirojebiryara hatî pêşkêşkirin ji aliyê dewleta Qeter û Lîxtinştayin derbarê dirustkirina tîmeka kar ya taybet derbarê tawanên şer yên hatîn encamdan ji aliyê hêzên rijêma Esed û milîsên Îranê yên terrorist ve, ku 105 endaman deng jê re dan, li hember 15 dengan li dijî wê, û 52 kesên din dengê xwe nedan.
Û komeleya giştî ya NY piştgirî da ji bo dirustkirina tîmeka taybet “ji bo komkirin û mikomkirin û parastina belgeyan û şirovekirina wan”, herwiha da rabe bi amadekirina doseyên taybet bi tawanên şer û binpêkirinên li ser mafên mirov yên hatîn encamdan di heyamê şeş salên bûrî de bi dirêjahiya jiyê şoreşa Sûriyê.
Ku wê tîma taybet kar bike li ser dûvçûna tawankarên şer û “amadekirina doseyan ji bo hêsankirin û bilezkirina rêşûnên dadgehkirinê yên zelal û pak û serbixwe, ligor pîverên yasa navdewletî yên di dadgehên niştimanî yan herêmî yan navdewletî yan desteyên dadgehkirinê yên xudan desthilata dadwerî li ser van tawanan”, û biryarê daxwaza pêşkêşkirina zanyarî û belgeyan bo tîma taybet, ji hemû dewlet û aliyên hevrikiyê û komeleyên civaka sivîl kir.
Di heman mijarê de duhî roja çarşemê encûmena asayîşa navdewletî daxwaz ji rijêma Esed kiribû ji bo rê veke li pêş derbasbûna alîkariyên mirovî “bê kosp” bo xelkê zerermend di hindur Sûriyê de, û daxwaz ji hêzên Rijêmê kiribû ku rê vekin li pêş NY û hevparên dostêm mirovahiyê bo derbaskirina alîkariyan “bi awayekî tenah û berdewam û bê merc”, bo sercem sivîlên zerermend, û biryar hat standina bi tevahiya endamên encûmrnê (15 dewlet) û têde daxwaz ji “hemû aliyan” û nemaze ji rijêma Esed kir ku bilez pêgiriyê bike bi pabendiyên xwe ligora yasa navdewletî û biryarê cext li ser giringiya pabendbûna Rijêmê bi “cêbicêkirina tekûz û bilez ya sercem rûşûnên biryarên encûmana asayîşê” kir.
Û encûmena asayîşê gefa “standina rêşûnên zêdetir” xwar, ligor belgenameya NY, eger pabendî bi vê biryarê yan bi biryarên berê yên girêdayî wê nebe.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bangewazî dabû civaka navdewletî ji bo bi hawara rewşa bobilat ya li Helebê ve here, û cext li ser giringiya pêwendiyan ligel sercem rêxistinên xwecihî û navdewletî kiribû, ji bo sivikirina barê êş û azarên koçberan yên bi kotekî ji malên xwe tên derkirin, û daxwaza rizgarkirina giyanên sivîlên mayîn ji jin û zarok û kalemêran yên di hindur navçeyên dorpêçkirî di hindur Helebê de ji aliyê Rijêmê û milîsên mezhebperist ve kir.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat