Partiya Yekîtiya Dîmuqrat di girtin û revandina çalakvanên siyasî yên Kurd de berdewam e, û Hevbendiya Niştimanî Sûrî ev tawan pirotesto kirin û dibîne ko ev “kopîyeke ji şêweyên zordarî û tawankarî yên Rêjîma Beşar re”
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de doh got ko “milîtanên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat bi siyaseta ko cîbicî dikin, dixwazin devê kesên xwedan dengên azad ên ko li kêleka Sûriyê û miletê wê bi hemû pêkhatiyan rawestiyane bigirin.” Û hişyariyê dide ji berdewamiya vê siyasetê ya ko têkbirina viyana gelê Sûrî amanc dike, ta ko bigihê koçkirina wan, û viyana azadiyê ligel wan têk bibin.
ku duşemba derbasbûyî 19.12.2016an, milîtanên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat komek ji çalakvan û endamên “Partiya Dîmuqrata Kurdistanî-Sûriyê” revandin, di hewldanekê de ji bo viyana wan têk bibin û wan mecbûr bikin ko helwesta xwe biguherin û wan bi kotekî tevli refên xwe bikin, û piştî ko têk çûn di hewildanên xwe de, bi mebest agir berdan çadira wan di encamê de Izet Xelîl Mihemed û Ebdo Mihemed Hebeş û Mihsin Xelîl şehîd ketin, û çend kesên din birînên wan dijwar in.
Hevbendiya Niştimanî sersaxiya mirovên şehîdan kir, û çareserî ji bo birîndaran hêvî kir, di heman çaxî de jî tekez kir ko ev tawan û hemû tawanên din yên ko di derheqê miletê Sûrî de pêk hatine, dê têkevin ber sizakirinê, û daxwazê ji dewletên xwedî hêz dike tako sîwanê ji ser vê Partiyê û milîtanên wê rakin, û rê nedin ko bêtir binpêkirin û tawanan di derheqê çalakvan û sivîlan de bike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî