Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilehed Istêfo, diyar kir ko Hevbendiya Niştimanî xwe ji bo Istiratîciyeke nû ji Şoreşa Sûriyê re amade dike, û di vê derbarê de şêwiran li ser asta siyasî û leşkerî dike, ji bo beraberiya Rêjîma Esed bike, yê ko piştgiriyeke navdewletî ya xurt werdigire.
Istêfo di daxuyaniyeke taybet de îro got ku Istiratîciya nû ji “piştgirêdana bi karînên xwemalî” dest pê dike, û destnîşan kir ko ew istratîcî wê hewl bide ruhê şoreşê û sivîlbûn û pirinsîbên wê yên li ser rabûye vegerîne.
Û serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Elebde di kongirekî rojnamevanî de 10.12.2016an ragihand ko “ ew Istiratîciyeke nû ji şoreşa Sûriyê re li ser asta siyasî û leşkerî amade dikin”, û bêtir got ku bijarteyên têne pêşkêşkirin ji bo “pevgirêdan û xurtkirina karê siyasî û leşkerî ne, û damezirandina Artêşeke netewî ji bo destkeftên şorşê biparêze û berevaniyê di ber daxwazên miletê Sûrî yên azadî û rûmetê de bike”.
Istêfo bal kêşand ser ku giring e nasnameya Sûrî bi pirojyin niştimanî bête vejandin, û tekez kir ko şoreşa Sûriyê ji bo rakirina stemê ji ser sivîlan û bidawîkirina zordariyê û çûna ber bi dewleteke dîmuqratî piralî ve ye, ko têde rêz li hemû kesên wê bête girtin.
Cîgirê Serok gotina xwe wisa bidawî kir û got: “em desthilatiya çi koma xwedî ramanên dijî pirinsîbên dewleta Sûrî ya sivîl napejirînin ”, bêtir got “tiştê ko îro çêdibe erdhejeke xurt e ji bo şoreşê li rêka dirist vegerîne.”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî