Di berdewamiya kiryarên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD di derheqê welatiyên parêzgeha Hesekê de, hejmareke ofîsên xurdekirina pereyan li bajarên Amûdê û Qamişlo hatin giritin bi behaneya ne wergirtina rêdanê ji dezgehên wan .
Û li gor mercên dezgehên PYD, pêwîst e ku her yek ji xwedanên ofîsan 5 hezar dolar weke gerantî li cem heman dezgehan deyne.
Xwedanê ofîsekê li bajarê Qamişlo nexwest ku navê wî bê diyarkirin ji malpera Hevbendiyê re got ku PYD bi vê biryara xwe dixwaze riya kar li ber me bibire, da ku em dest ji karê xwe berdin.
“ev biryar li ser me girane , em nikarin 5 hezar dolar weke gerantî bidin PYD ji ber ku tu gerantî tune ye ku PYD di pêşerojê de van pereyan li me vegerîne”.
Tê zanîn ku dezgehên PYD, 5 hezar dolar li ser ofîsên xurdekirina pereyen û 50 hezar dolar li ser ofîsên şandina peryan ferz kirine.
Jêder: Hevbendî