Hejmara binpêkirinên agirbestê ji hêla hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî ve gihaye 251ê, di hefteya yekem de ji cîbicîkirina peymana agirbestê.
Hejmara quebaniyan ji encama binpêkirinan gihaye 153 şehîdî, 13 jin û 23 zarok di nav wan de hene, binpêkirin li gundewarê Helebê yê başûr û Wadî Bereda li gundewarê Şamê li gora serjimara ko di rêya tore û çalakvanên xwecihî hatine komkirin, û herêmên ko di bin kontrolkirina Daiş de nehatine serjimarkirin.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Heyan Elgeyanî, hişyarî da ji hewildanên rêjîmê û Îranê ko peymana agirbestê bidawî bikin wek ko berê çêbûye. Û tekez kir ko giring e pasvanên şoreşger yên Îranî û hizbulaha tirorist û milîtanên mezhebperest ji Sûriyê derkevin û piştgiriya wan nema bibe.
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîş Oxlo got ku dibe gotûbêjên siyasî neçin serî çimkî rêjîm û Îran binpêkirinan dikin. Û Çawîş Oxlo di daxuyaniyeke berê de roja pêncşembê li Niyûyorkê berî hevdîtina digel emîndarê giştî yê nû yê Netewên Yekbûyî Entonyo Gotîrîs got ko “divê siza li ser yên ko binpêkirinan dikin feriz bibin, û eger ferz nebin dê qonaxa siyasî ya nû li Estana û Cinêvê pêk neyê”. Û amaje kir ko dibe biryarek di vê çarçoveyê de ji Encûmena Ewlekariyê derkeve.
Endama Hevbendiya Niştimanî Dîma Mûsa got rêjîm û Îran rêbaza xwe ya xwînrêjî naguhêrin, çimkî xwestin ko sûdakê ji peymana agirbestê bikin ji bo çareserkirinên leşkerî feriz bikin, di rêya pêkanîna koçkirina neçarî û guherîna dîmugrafî. Û tekez kir ko ev “tawana cengê” ye û yasaya navdewletî ji bo wê sizayê dide.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Mihemed Coce daxwaz ji Netewên Yewkbûyî kir ko çavdêriya peymana agirbestê bikin, û alavine aşkere ji bo agirbestê bêne danîn û kesên berpirsiyarê binpêkirinan siza bibin, çimkî tenê ev rêk dê rêjîmê û Îranê bi peymanê pabend bike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî