Berevaniya Sivîl ya Sûrî destnîşan kir ko dezgehên ragihandina Rûsî hewil didin alîkariya Rêjîmê bikin di şêwandina wêneyê xwebeşên Berevaniyê, bi weşandina pêzanînên ne dirist der barê wan û karê wan.
Berevaniya Sivîl di daxuyaniya xwe de doh got ko ew vîdyoya tomarkirî ya ko acansa Rûsî “Anna News” bi navûnîşana “Xwedanê Şefqeyên spî çarikek ji tiroristiyê ne”. gelek nerastî têde hene, bêtir got ku peyvên endamê rêkxistinê “Ebdulhadî Kamil” bi kotekî pê dabûn gotin.
Berevaniya sivîl bal kêşand ser ku “Kamil” ji hêla milîtanên bi hêzên Beşar re kar dikin li Helebê hate girtin. Milîtanan ew neçar kirin ko pêzanînên dijî rastiyê bêjin.
Berevaniya sivîl nerazîbûna xwe ji kirdeya Acansa Rûsî û dîtina endamekî xwe di vê rewşê de diyar kir.
Daxuyaniyê ji rêkxistinên navdewletî daxwaz kir ko yekser hevalê wan berdin, û berpirsiyariya saxlemiya wî dane ser rêjîmê û hevalbendên wê, û daxwaza parastina jiyana Ebdulhadî kir, yê ko di gulana 2013an de di berevaniya sivîl de bûye xwebexş.
Her weha daxuyaniyê anî ziman ko “Ebdulhadî Kamil” yek ji wan kesên di nav karwanên sivîlan de bû, yên ko bi kotekî ji Helebê ber bi gundewarê rojava de diçûn, karwan rawestandin û milîtanên bi ser hêzên rêjîmê ve êrîş kirin ser, û berevaniya sivîl dibîne ko “ev binpêkirineke aşkere ye ji yasaya navdewletî ya mirovî re, û her weha ji garantiyên navdewletî yên Rûsî re, yên der barê parastina karwan”, û çar sivîl ji wî karwanî kuştin, û dehên din, Ebdulhadî yek ji wan bû, birîndar kirin.
Hevalên Ebdulhadî yên xwebexş yên ko di karwan de digel wî bûn, gotin ku Ebdulhadî derb li milê wî ket û piştî êrîş dane ser karwan milîtanan hemû kuştî û birîndar birine herêmên bin kontrola xwe, û kesên din yên ji karwan mane dîsa li Heleba dorpêçkirî vegerandin. Di daxuyaniya berevaniya sivîl de hatiye ko Ebdulhadî birine Şaxê Ewlekariya Asmanî ya bi ser rêjîmê ve li Helebê.
Birêveberiya “Şifqeyên spî” got: bêguman Ebdulhadî mecbûr kirine ko li şaxakî ewlekariyê ji yên rêjîmê bi derewan mikur bê, çimkî rêjîma Esed dîrokeke wê ya dirêj heye di neçarkirina girtiyan de ko daxuyaniyên ji berjewendiya rêjîmê re bêjin.
Daxuyaniya rêkxistinê neçarkirina girtiyan da daxuyaniyan bo berjewendiya rêjîmê û hevalbendên wê bêjin pirotesto kir. bêtir got neçarkirina girtiyan ko di bin fişarê de mikur bên, dijî rewiştên mirovî û belgehên navdewletî ye. Û tekez kir ko Berevaniya Sivîl ya Sûriyê “rêkxistineke mirovî ya ne siyasî û ne leşkerî ye, li gora pirinsîbên peymana Cinêvê ya sala 1949an kar dike, û herdem bêalî ye û cudahiyê nake di nav xelkê de.”
Daxuyaniyê anî ziman ko rêjîm û hevalbendên wê kampaniyên reklaman yên berdewam dijî berevaniya sivîl ya Sûrî û aliyên mirovî yên din dikin. Û diyar kir ko wê rêkxistin di karê xwe yê mirovî de berdewam be, û xizmeta civakê bi hemû aliyên wê ve dike.
Tîmên Berevaniya Sivîl ji destpêka damezirandina xwe ji adara 2013an ve heta îro, dikarî jiyana bêtir ji 82,280 kesî rizgar bike. Û ew ji bo standina xelata Nobila aştiyê hate berbijêrkirin, û gelek xelatên mirovî li ser asta cîhanê wergirtine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî+Acans