Îro roja duşemê di 30/1/2017an de, şanda ENKSê bi serokatiya Îbrahîm Biro serokê Encûmenê beşdarî di bîranina duwemîn salvegera şehîdbûna pêşmerge Zêrevan Ekrem Mizûrî de kir, yê di bervaniya di ber kobenê de dijî rêxistina DAIŞa terorîst hatibû şehîdkirin. Lidarxistina bîranînê li ser vexwendina zankoya Soran û malbeta şehîd Zêrevan Ekrem Mizûrî bû.
Ku têde gelek gotin hatin pêşkêşkirin, û yek ji wan gotina ENKSê bû, ji aliyê birêz Îbrahîm Biro hat pêşkêşkirin, û têde tekezî li ser giringiya derbasbûna pêşmergan bo Kobanê ji aliyê leşkerî û sembolîk kir, û behsa rola pêşnergeyan di têkşikandina terora DAIŞê de, ku bû fakterê bilindbûna moralên miletê kurd li Sûriyê, û Biro di gotara xwe de şanaziya gelê kurd bi xwîna şehîdên ciwanên kurdan yên hatîn şehîdkirin li pêxama doza kurdî anî ziman.
Hêjayê gotinê ye ku şehîd “Zêrevan Ekrem Mizûrî” di dema ku bi erkê berevaniya di ber kobanê de radibû, li 20/1/2015 an li ser girê Miştenûrê birîndar bû, û paşî li nexweşxaneya Orfayê bi sedema birînên giran canê xwe jidest da.
Şehîd Zêrevan pêşmergeyek ji 150 pêşmergên herêma kurdistanê bû, yên dijwartirîn şer li dijî rêxistina DAIŞa terorîst li Kobanê kirin, û yekem şehîdê herêma kurdistanê bû li Kobanê.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê