Berpirsekî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê daxwaz kir ku fayîlê Sûriyê bête raguhestin bo dadgeha tawanên navdewletî, û daxwaza dadgehkirina Beşar û desteka wî kir ji ber pêkanîna tawanên şer, nemaze piştî belavbûna belgeyên nû li ser qebarê mezin yê eşkencedan û kuştinê yê Rijêm di derheqê sivîlan de bikar tîne.
Mihemed Coca, endamê desteya siyasî yê Hevbendiya Niştimanî got ku raporta rêxistina lêborîna navdewletî ya li duhî belav bûyî li jêr navê “Qesabxaneya Mirovan”, gerek bê sizakirin û karvedanek rijd wek belgenameyên din derbas nebe, û daxwaza veguhestina fayilê rijêma Bişar bo dadgeha tawanên navdewletî ji sikirtêrê giştî yê NY kir.
Herwiha dezgeh û navendên ragihandinê û yên siyasî giringiyek mezin dan raporta Lêborîna Navdewletî, ku têde hevdîtin ligel efserên cudabûyî û girtiyên berê hatiye kirin, û têde dîmenên bi tirs û saw û doxên bidarvekirina nehînî di girtîgrhan de hatine, û tê pêşbînîkirin ku heta niha bidarvekirin tên pêkanîn.
Raportê diyar kiriye ku nêzîkî 13 hezar girtî hatine kuştin di navbera salên 2011 an heta 2015 an, û yekser daxwaza destêwerdana bilez ji dezgehên NY kiriye ji bo rawestandina kiryarên bidarvekirinê.
Herwiha Firinsa daxwaza dadgehkirina Bişar û desteka wî ji civaka navdewletî kir, û wezareta derve ya Firinsa di deheqê raporta lêborîna navdewletî de daxuyaniyek da û têde gotiye ku ev raport tawanên hovane yên Rijêmê di derheq gelê Sûriyê de ji bo mana li ser desthilatê dike, û daxuyaniyê tekezî li ser berdewamiya karê komîta navdewletî ya serbixwe ya bi serkêşiya Pawilo Bînaryo kir, tevî karê komîteyên lêkolînên navdewletî yên ji bo aşkerekirina rastiya tawanan li Sûriyê.
Û Borîs Conson wezîrê derve yê Birêtaniya di derheqa roportê de li ser Tiwêterê nivîsand ku “ew tore bûye li hember bidarvekirinên li Sûriyê….Esed berpirsyarê mirina gelek kesan e û paşeroja wî wek rêberê welat nîne “.
Herwiha hejmara girtiyên di girtîgehên Rijêmê de ligor tora Sûrî ya mafê mirov bi zêdetir ji 215 hezaran tê xeminandin, ku her ji adara 2011an ve û heta niha girtina derdora 117 hezar kesî hatiye dekomentkirin di nav wan de zarok û jin jî hene.
Jêder: Bazinê Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî