Berevaniya Sivîl li taxa Elwe’r ya dorpêçkirî li Humsê, doh, bang li Desteyên Navdewletî û Rêkxistinên mirovî kir da “fişarê bidin ser rêjîmê ji bo bombebarana xwe ya rêbazkirî û bimebest a dijî navendên wan rawestînin.”
Û Berevaniya sivîl destnîşan kir ko navedeke wê li taxê ji xizmetê derket, ji encama amanckirina yekser bi butlên teqîner ji hêla hêzên Beşar ve, di encamê de endamek birîndar bû û turumbêleke Ambulensê wêran bû.
Birêveberiya navenda berevaniya sivîl li taxa Elwe’r, tekez kir ku di çileyê pêşî yê derbasbûyî de navenda wê ji encama amanckirina bi mûşekeke “Fîl” ji aliyê hêzên Beşar ve ji ximetê derket, her weha karê Peymangeha Amadekirina Mamostayan ya li taxê jî rawestiya.
Dektor Ebû Mecid Elxalidî diyar kir ko 11 sivîl, sê zarok û sê jin di nav wan de hebûn, hatin kuştin, û 45 kesên din û ew jî jin û zarok di nav wan de hebûn birîndar bûne, û pênc kes jî ling an destên wan jê bûne, di dema ku derman û pêdawîstiyên opersiyonên neştergeriyê pir kêm in, ji encama amanckirina taxê roja sêşembê ji hêla firokên rêjîmê, her weha birêveberiya nexweşxanê bang da sivîlan ji bo xwîna xwe ji birîndaran re bexş bikin.
Xelkên taxa Elwe’r li bajarê Humsê derdê kêmbûna derman û alavên hawarhatina lezgîn dikşînin, û şîrê zarokan buha ye bi sedema dorpêça ji hêla rêbendên hêzên Beşar yên li derdora taxê, her weha hêzên rêjîmê rê nadin ji bo derxistina kesên nexweş yên ku çareserî li derveyî taxê ji wan re pêwîst e.
Hêzên rêjîma Esed xelkên taxa Elwe’r di çileyê pêşî de 2016an danîn ber du bijardeyan, an wê ji taxê derkevin an jî wê xwe radest bikin û çekên xwe bidin desthilatê, û gef li wan xwarin ko ewê operasiyona leşkerî li ser taxê xurtir bikin eger ew red bikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Simart