Rêxistina “Human Rights Watch” hêzên Rijêmê bi bikaranîna heşt êrîşên kêmyayî bi kêmahî tawanbar kir ku hatine pêkanîn di oparesyinan de yên li heyamê heftiyên dawiyê de ji oparesyonên li ser bajarê Helebê li bakurê Sûriyê, û têde heşt kes tevî zarokan hatine kuştin û nêzîkî 200 kesên din tûşî nexweşiyên gazên jehrayî hatibûn.
Rêxistinê di raporta xwe bal kişandiye li ser hevdîtina ligel çend şahidhalan û herwiha rabûye bi komkirina wêneyan û dubarekirina xwendina belgeyan ku têde amaje tê kirin ku bombeyên gaza kilorê ji aliyê hilîkopterên Rijêmê li 17’ê çiriya paşiyê/november heta 13’ê çileya pêşiyê /desember ya bûrî hatine avêtin.
Olî Solfang cîgirê rêveberê beşa tengeviyan ya “Human Rights Watch” got ku “şêwazên êrîşên bi kilorê diyar dike ku ew êrîşên rêkupêk bûn di çarçovê stratîjiyek leşkerî ya giştgîr de ku hatiye bikaranîn ji aliyê Rijêmê bo standina Helebê, ku ne bê ferman hatine bikaranîn”, û gotiye ku nabe encûmena asayîşa navdewletî rê bide rijêmê yan her aliyekê din bi bikaranîna çekên kêmyayî û dibe bête dadgehkirin li ser kiryarên xwe.
Û rêxistinê bal kişandiye ku dibe hejmara êrîşên kêmyayî bilindtir be, ku di heman heyamî de behsa 12 êrîşan bi kêmahî ji aliyê rojnamevan û karmendên saxlemiyê dihatin kirin, û herwiha di raportê de behsa êrîşên li ser yarîgeh û kilîngeh û kolan û xaniyên nişteciyan hatiye kirin ku têde bi dehan kes rastî bihnçikandin û dilxelandin û verşandinê hatine.
Û di raportê de hatiye ku dirintirîn êrîş ya li dijî taxa Saxûr bû di 20’ê çiriya paşiyê de ku têde şeş kes ji malbetekî ku çar ji wan zarok bûn hatine kuştin û wêneyên termên wan di girtevîdiyoyeka ajansa Elşihba ya nûçevanî de hatin xuya kirin.
Têzanîn ku di heyva çiriya paşiyê ya bûrî de, hêzên Rijêmê bi piştgiriya rasterast ya hêzên Rûsiya rabû bi oparesyonekî ji bo kontrolkirina bajarê Helebê û têde şerek dijwar hat pêkanîn ji şerê Rijêmê li dijî gelê Sûriyê yê nêzîkî şeş salan, û di Rijêmê di şerê xwe de rabûye bikaranîna çekên qedexekirî ku bikaranîna kilorê hatiye qedexekirin ligor rêkeftina çekên atomî ya bi tevlîbûna Sûriyê li sala 2013 bi fişarên Rûsiya.
Rêxistinê daxwaza sepandina sizayan li ser mezine berpirsyarên Rijêmê ji encûmena asayîşa navdewletî kiriye, herwiha ku li aliyek din raportê bal kişandiye ku hîç belge nînin li ser hebûna destê Rûsiya di êrîşên kêmyayî de yên li dijî sivîlan tevlî rola firokên Rûsiya di oparseyonên Rijêmê de yên li ser navçeyên rojhilata Helebê.
Ji aliyek din ku Firinsa û Birêtaniya hewl didin ku encûmena asayîşa navdewletî rabe bi qedexekirina firotina hilîkopteran bo Rûsiya û herwiha hewla sepandina sizayên navdewletî li ser û li ser fermandarên artêşa Rijêmê yên berpirsên pêşvebirina pirogramê çekên kêmyayî, û tê pêşbînî kirin ku encamên lêkolînan yên nû ji aliyê NY û rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî di demek pêş de bên belavkirin.
Herwiha ku lêkolînek hevbeş di navbera NY û rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî de hatibû pêkanîn ku têde gihiştibûn wê encamê ku çekên kêmyayî çend caran ji aliyê hêzên artêşa Rijêmê li dijî sê gundên li bakur hatine bikaranîn di navbera salên 2014 û 2015 an de.