Hêzên Rijêmê û milîtanên Îranê û bi piştgiriya firokên Rûsiya, ji çar rojan ve di binpêkirina rêkeftina agirbestê de berdewam in, bi zêdekirina oparesyonên xwe yên leşkerî li dijî parêzgeha Der’a û gundewarê wê, bi armanckirina xaniyên nişteciyan û navendên xizmetgozariyê, û bûne sedema kuştin û birîndarbûna bidehan ji xelkê sivîl û wêrankirina avahiyan û jikarketina nexweşxaneyên navçeyê.
Herwiha duhî roja pêncşemê Rûsiya soza rawestandina oparesyonên xwe li dijî navçeyên dikevin li bin sîbera rêkeftina agirbestê da, yekser piştî bi dawîhatina civîna Astana2 ya hatî lidarxistin bi amadebûna komîteyek teknîkî ya leşkerî ji hêzên artêşa Azad, û şanda rijêma Beşar û tevî nûnerên Rûsiya û Tirkiyê (herdu gerantorên agirbestê).
Û çalakvanên Der’a gotin ku îro roja înê taxên bajarê Der’a û herdu bajarokên Elni’êmê û Om Elmiyazen li gundewarê rojhilat û Busra Elşam û bajarokê Elyadûdê li gundewarê rojava ji aliyê firokên Rijêmê bi bermîlên teqîner û mûşekan hatin bombebarankirin, hevdem ligel bomebarankirina navçeyê bi topxane û çekên giran, ku bi dehan sivîl û tevlî zarok û jinan têde hatin kuştin û birîndar bûn.
Çalakvanan tekez kirin ku ziyan li çend nexweşxaneyan li bajarokê Tilşehab û Seyda û Elcîza û Elni’êmiyê bûn û ji kar ketin, û herwiha nexweşxaneyên Der’a Elbeled û Elxariya rojhilat û Elhirak û Elyadûdê hatin armanckirin.
Herwiha duhî ji aliyê Rijêmê û Rûsiya gerantor agirbest li zêdetir ji 50 xalan hat binpêkirin, ji wan 13 binpêkirin li Der’a ku 2 ji wan ji aliyê Rûsiya bûn, ligor serjimêriyekê ku ji aliyê ofîsa ragihandina Hevbendiya Niştimanî hatibû amadekirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî