Serokê Xwecihiya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurd, Ebdo Elûş, ji malpera me re ragihand ku Kobanê di rewşeke herî zehmet re derbas dibe, û tekez kir ku siyaset û kiryarên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD yên şaş Her wiha tinebûna derftên kar û buhabûna pêdiviyên jiyanê û leşkeriya neçar rewşek zehmet peyda kirye
Elûş bal kişand ku çekdarên PYD ê di leşkerkirina xortan de berdewam in bê ku rewşa welatiyan berçav bigrin û sînorê Tirkiyê bi temamî di rûyê xortan de girtiye, lewma bi hêsanî tên girtin.
Elûş derbarê vegera welatiyan got: Piranya xelkê li Tirkiyê dimînin û ta niha vengeryane, û heger kesên li kû Kobanê dijîn jî derfetê bibînin dê ewjî koçber bibin.
Di dawiya axftina xwe de Elûş daxwaz ji PYDê kir ku girtina xortan rawestîne da koçberî raweste.
Jêder:Beşê Kurdî Ji Nivîgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê