Alîkarê Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Hevrêzkarê Karûbarê Mirovî Herêmî bo Sûriyê, Kêvin Kînîdî, daxwaz kir ku bi awayekî bêtir karînên xwe bikar bînin ji bo dabînkirina pêdawistiyên bêhtir ji 7 milyon jin û keç re, yên ku rewşa şerê Beşar Esed ev şeş sal dijî gelê Sûryê ragihandiye bandor li wan kiriye.
Kînîdî di nameyekê de bi boneya Cejna Cîhanî ya Jinê got ku piştî şeş salan ji şer, bingeha malbata Sûrî bi awayekî mezin hatiye guhertin, û li gor Kînîdî jina Sûrî niha rolan li xwe digre ne wek berya niha ku bêhtir girêdayî zilaman bû, mîna karê bi pera û xwedîkirina malbatê.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û dijberiya Sûriyê, spasiya xwe pêşkêşî jina Sûrî dike ji bo karînên wê, û bal kişand li ser giringiya rola wê di xweragiriya gelê Sûriyê û berdewamiya xebata wî ji bo bicîanîna armancên şoreşa wî di warê azadî û dadwerî û rûmetê de.
Herwiha Hevbendiyê rola jin û keçên Sûriyê di daxuyaniya xwe de ya derbarê Roja Jinê ya Cîhanî bilind nirxand, û tekezî li ser giringiya rola wan ya navendî di kar û xebatê de kir, û daxwaz ji wan kir ku dev ji mafên xwe û binemayên şoreşê yên ku bo piştevaniya wan derketine bernedin, û bi tevahiya Sûriyan re beşdar bin di avakirina paşerojê de bi rengekî guncayî û li gor cihê wan yê bilind.
Jêder:Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê