Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, hewildanên çêkirina operasiyoneke koçberkirina kotekî ya nû derheqê niştecihên resen yên taxa Elwe’ir li Humsê red kir.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyeke xwe de doh tekez kir ko operasyona koçberkirinê ya ko tê plankirin derheqê hevwelatiyên sivîl li taxa Elwe’ir a dorpêçkirî, binpêkirneke eşkere ye ji agirbesta li Enqera di 29ê Çileyê Pêşîn sala 2016ê hatibû îmzekirin.
Hevbendiyê bal kêşandiye ser ko “ Wê rêkeftinê tekezî li ser kontrolkirina her aliyekî ji deverên xwe yên nuha re û pêwîstiya derbaskirina alîkariyên mirovî bo deverên dorpêçkirî, û pêkanîna agirbesteke giştî kiriye.”
Hevbendiyê binpêkirinên ko rêjîm bi piştgiriya Rûsya dike û ew aliyê dabînker e ji peymanê re pirotesto kir û got: “hêzên rejîmê, di jêr sîwaneke Rûsî û aliyên din yên piştevaniyê jê re dikin û bi beşdarbûna milîsên terorîstî yên Îranê, tevahiya xalan binpê kirine, ku ew tax bi bermîlên teqîner û guleyên topan bombebaran kir.
Û êrîşî karwanên alîkariyan yên Navnetewî kirin û revandin, û niha kar dike bo koçberkirina xelkên wê li ber çavê cîhanê.”
Hevbendiya Niştimanî ji Netewên Yekbûyî û Şanderê navdewletî yê taybet daxwaz kir ko bi berpirsiyariyên xwe rabin beraber tawana koçkirinê ya ko li taxa Elwe’ir dibe û yekser têwirdanê bikin tako birawestînin û dabîn bikin ko taxa Elwe’ir ji xelkên wê re bimîne.
Jêder: Ofêsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî