Komisyarê bilind yê mafê mirov li NY Zeyd Re’id Elhusên dît ku Sûriya bûye “odeyeka eşkencedanê” û got ku şerê rijêma Bişar li dijî gelê Sûriyê dibe “xirabtirîn bobilata bi destê mirov” her ji duwem şerê cîhanî ve û heta niha.
Elhusên duhî li encûmena mafê mirov ya NY û di gengeşeyekê de derbarê Sûriyê got ku “welat bi tevahî bûye odeyeka eşkencedanê”, û behsa “kiryarên girtin û eşkencedanê kir yên berpirsên ewlehiya rijêma Esed di derheqê girûpeka zarokên Der’a de yên li sala 2011 an ku wan zarokan li ser dîwarên xwendingehekê hin dirûşmên dijberî Rijêmê nivîsandibûn”.
Hêjayê gotinê ye ku li reşemeha 2026 an, Rijêm ji aliyê lêkolînerên NY bi “qirkirina” girtiyên di girtîgehên Sûriyê de hatibû tometbarkirin û tevî girtiyên di girtîgeha Seydnaya de ya li nêzîk Şamê.
Herwiha ku li roja pêncşemê li Lahayî150 şehreza û diblomarkaran bangewaziyek dan ji bo piştgiriya “mîkanizma navdewletî ya bêalî û serbixwe ya ji bo Sûriyê”, û ev bang hat bi rêka “benka zaniyariyan” ya ji aliyê NY li heyva çilê pêşîn hatiye dirustkirin ji bo hevdemiya lêkolînan û dûvçûna encamderên tawanên şer li Sûriyê.
Û Wezîrê derve yê Holenda “Birt Kindirz” got ku “diblomasiya navdewletî di heyamê şeş salên bûrî de hêviyên gelê Sûriyê têkşikandin”, û got: “Em nikarin destgirtî bimînin li hêviya dawiya şer”, û hevdem “çanda destberdana ji sizayan” şermezar kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat