Fedil Ebduxenî rêveberê Tora Sûrî ya mafê mirov, bi helkefta şeş saliya şoreşa Sûriyê got ku kesên ji bombebarankirina hêzên Rijêmê û hevalbendên wê rizgar dibin, li ser destê Rijêmê bi rêka bidarvekirinên meydanî û yan bi eşkence û lêdanê di girtîgehan de tên kuştin.
Ebduxenî got ku oparesyonên bombebarankirinê nehatine rawestandin, tevî amzekirina rêkeftina agirbestê her ji heyva çileya pêşîn ya bûrî ve, û bal kişand ku hêjî kiryarên kuştinê li Der’a û Xûta rojhilat ya Şamê û Idlibê û taxa Elwe’r berdewam in.
Û got ku “binpêkirinên li ser agirbestê dibin, netenê ji aliyê Rijêmê ne, lê herwiha heta ji aliyê Rûsiya ne jî, di heman dema ku ew yek ji aliyên gerantorê agirbestê ye, û ev yek berovajî ye ligel biryarên navdewletî yên taybet bi doza Sûrî, ku biryar bi awayekî eşkera tekest dikin li ser rawestandina kiryarên bombebarankirin û kuştinê”.
Ebduxenî diyar kir ku ji aliyê Torê ve “rojane mirina girtiyên dibin eşkencê de yan bi sêdaredanên meydanî de tên belgekirin, piştî dadgehkirina wan bo mawê du heta sê xulekan, bi awayekî berovajî ji hemû yasa û sîstemgeriyên naskirî di navbera dewletan de”.
Elbduxenî amaje kir ku Tor binpêkirinên bombebarankirin û êrîşan yên ji aliyê Rijêmê û hevalbendên wê dibin belge dike, û ev yek diyar e, lê herwiha hin kiryarên din veşartî dibin, wek amjepêkirinekî bi kuştinên dibin lêdan û eşkencedanê de û bi kiryarên sêdaredanê.
Hêjayê gotinê ye ku Tora Sûrî ya mafê mirov kuştina 447 Sûriyan li bin eşkencedanê bitenê li sala 2016 an tomar kiribû, li aliyek din ku amara girtiyên di girtîgehên Rijêmê di heman salê de ne kêmtir ji 7543 girtî ye, ji wan 251 zarok û 448 jin bûn.
Û Tora navhatî di dawîtirîn raporta xwe de kuştina 12882 girtiyan dibin eşkencedana hêzên Rijêmê de her ji destpêka şoreşa Sûriyê li adara 2011an dîkomînt kiribû, ji wan 161 zarok û 41 jin bûn, tevî şehîdbûn û birîndarbûna bi sedhezaran û koçbarkirina bi milyonan li hindur û derveyî welat, û tevlî wêrankirina bi milyonên xaniyan.
Jêder: Ofîsa Ragihana Hevbendiya Niştimanî / Wekalat