Birêveberiya tendiristiyê ya bi ser desthilata demkî ve ya parêzgeha Hemayê, daxuyaniyek derxist têde ragihand ko nexweşxana Elletamina bi tekûzî ji xizametê derketiye, û pênc kadirên wê bibal nexweşxana Bab Elhewa ve ya li ser sînorê Tirkiyê hatin guhastin, piştî ko bajar bi bermîlên tije gaza kilor û bombeyên napalmê hate bombebarankirin.
Çalakvanan gotin ku firokên cengê yên rêjîmê dîsa êrîşên xwe li ser bajar û bajarokên gundewarê Hemayê domandin, û di demjimêr 10 sibeha yekşembê 26.03 du bermîlên teqîner ko heybera kilora jehrîn di wan de bû bi ser taxên bajarê Elletamina de barandin.
Çalakvanên bajarokê Elletamina, bi dehan bombeyên napalim li ser bajêr ji doh de heta berbanga vê sibehê serjimar kirine, di nav êrîşên wek van li ser bajar û bajarokên Hemayê de û bi taybetî Kefer Zîta û Hilfaya û Tîbet Elîmam û hinên din hatine amanckirin.
Ev êrîşên hêzên rêjîmê li ser taxên niştecihan li gundewarê Hemayê digel şerên tund di navbera hêzên Beşar û Şoreşgeran de, ev bû pênc roj li tewera bajarokê Qemhanê yê bakurê Hemayê û Me’erzaf û Elşîha li bakur-rojavayê bajarok berdewam e.
Berê jî Yekîtiya Ewropî siza dabûn ser çar berpirsiyarên leşkerî yên rêjîma Esed di 20 vê mehê de, ew bi bikaranîna çekên kîmawî li dijî sivîlên Sûriyê tawanbar kirine, û ev yekem car e ko Yekîtiya Ewropî berpirsiyarên rêjîmê dike lîsta reş de ji ber ko gazên jehrînî li dijî sivîlan bikar anîne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans