Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Enes Elebide daxwaza lidarxistina civînek awarte ji dewletên endamên herdemî di Encûmena Asayîşê de kir ji bo gengeşekirina rewşa mirovî ya zehmet ya sivîlên Şamê û gundewarê wê bi sedema kiryarên rijêma Esed û milîsên wê li dijî sivîlan.
Ev yek hat di yadeştnameyên cuda de ku îro hatin şandin ji bo dewletên ku endamên herdemî ne di Encûmena Asayîşê de û ji Tirkiyê û dewletên dost û Yekîtiya Ewropa û rêxistina hevkariya Îslamî re, û têde Elebide behsa oparesyona leşkerî ya rijêma Esed û milîsên alîgirên Rijêmê kiriye, ya her ji heyva reşemehê li dijî bajarê Şamê dibe, û bi taybetî li dijî herdu taxên Berzê û Qabûn û tevlî Xûta rojhilat.
Elebide daxwaz ji Tirkiyê kir ku li kongirê Astana yê tê çavrêkirin ku li 3 û 4’ê vê heyvê lidar bikeve, fişaran li ser hevalbendên Rijêmê bike, ji bo rawestandina tawanên ku di derheq gelê Sûriyê de dibin.
Elebide li ser tawanên hovane yên li tax û gundewarê Şamê li dijî xelkê Sûriyê dibin, tekezî li ser giringiya dadgehkirina rijêma Esed kir.
Elebide dît ku wêrekiya Rijêmê di berdewamiya komelkujiyan de tê, bi sedema têkşikestina civaka navdewletî di neçarkirina Rijêmê de ji bo pabendiya bi cêbicêkirina bendên 12 û 13 û 14 yên biryara 2254, û cext li ser wê yekê kir ku hîç rastgoya piroseya siyasî nîne eger Esed bê sizakirin û dadgehkiri bimîne.
Elebide balkişand ser ku dorpêçkirina dijwar ya hatiye sepandin li ser taxên Şamê û Xûta rojhilat ya hevdem ligel bombebarankirina taxên nişteciyan û navendên pizîşkî û deverên jîndariyê tê bi armanca dorpêçkirina sivîlan bi awayekî zêdetir.
Herwiha Elebide tekez kir ku ev kiryar bi tevahî biryarên navdewletî û rêkeftina agirbestê binpê dikin, û amaje kir ku ev kiryar tên hevdem ligel bizavên navdewletî yên dibin ji bo saxkirina pirosêsa siyasî û hewlên serxistina wê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî