Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde û endamên desteya siyasî ligel nûnerên çend dewletên heval û bira yên Sûriyê civiyan, û bi amadebûna dîdevanek li ser bûyera komelkujiya Xan Şêxûn, ya ko rêjîma Esed tê de çekên kîmawî di çarê nîsana buhûrî de bikar aniye.
Elebde tekez kir ko êrîşa Xan Şêxûn ne ya yekemîn bû piştî êrîşa kîmawî li ser Xûta Rojhilat di 2013an de, lê ew di dema dawî de ya diyartir bû, Elebde dibîne ko sedema berdewamiya Rêjîmê di pêkanîna kuştaran de têkçûna civaka navdewletî ye, ko nikarîbû Rêjîmê rawestîne û wê bi biryarên navdewletî pabend bike.
Dîdevan Ebdulhemîd Elyûsiv li ser hûrbîniyên êrîşê li pêşberî nûnerên dewletan axivî, û got ko 25 kesan ji malbata wî jiyana xwe jidest dane, di nav wan de jî jina wî û zarokên wî bûn, û tekez kir ko êrîş bi firokên ko çend herêm li hindirê bajêr bombebaran kirin bû, û bû sedema gelek rewşên xeniqandinê.
Elyûsiv diyar kir ko ti cihên leşkerî li bajêr wek ko Rêjîm û Rûsya dibêjin nîn in, û firokan avahiyên niştecihan armanc kirine.
Elyûsif li ser rewşa jiyana sivîlan li jêr bombebarana berdewam ji hêla Rêjîmê û hevalbendên wê ve ji şeş salan ve axivî, û ji nûnerên dewletan daxwaz kir ko desthilatên welatê wan di danûstandina bi rêjîma Esed re bêtir cidî bin, tako nehêlin ev êrîş dubare bibin.
Nûnerên dewletan jî êrîşa ko ew bi kirêt binav kirin pirotesto kirin, û gotin ku giring e tawankar li pêşberî dadgeha navdewletî bêne sizakirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî