Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, teqîna terorîst ya li dijî baregeha hikûmeta demkî li Izazê li bakurê Helebê şermezar kir, ya ku têde ji kêmayî 5 kes şehîd ketin tevî birîndarbûna çend kesên din.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de tekez kir ku “ev kiryara terorîst armanca wê ew e, çêkirina astengiyan ji bizavên rijd yên ji aliyê xelkê Sûriyê dibin, ji bo jinûavakirina welatê xwe”, û hikûmeta demkî amadekirina lidarxistina civînekê dikir, ji bo gengeşekirina çend pirojên xizmetgozariyê bi hin mêhvanên biyanî re, di heman baregeha ku otombêleka mayinkirî li pêşiya wê teqiya.
Daxuyaniyê got ku “ev kiryar dikevin çarçovê armancên hevbeş yên di navbera Rijêmê û girûpên terorîst de, ji bo beravêtîkirina bizavên ku ji bo rêkxistina rêveberiyê li ser sercem astên wê dibin, her weha saxbîrîkirina jêrxana bingehîn û vegerandina kar li dezgehên giştî “.
Hevbendiya Niştimanî, Rijêma Esed berpirsyar li hember sercem şêweyên bindestî û dagîrkerî û teror û wêrankariyê yên ku li Sûriyê dibin dît, herwiha dubare daxwaza avakirina hevpeymanek navdewletî kir, ku li hember Rijêma tawankar û piştgirên wê raweste, û kar bike ji bo bidawîkirina vê Rêjîmê û sepandina çareseriyek dadperwer, û bi berdewamî dijberiya hêzên terorîst bi sercem şêwe û awayên wê tevî Rijêmê û milîsên mezhebperest bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî