Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ji hogir û piştgirên xwe daxwaz kir ko roja yekşembê 7.5.2017an li bajarê Qamişlo demjimêr 4ê êvarî, li ber baregeha emîndariya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî mangirtineke nerazîbûnê li dijî kiryarên PYDê li dar xin.
Di daxuyaniyekê de hatibû, ku doh sêşembê ji emîndariya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî derketibû, piştî ko komek çekdar ya bi ser PYD ve bi du turumbêlên dagirtî çek û endam erîşî baregeha emîndariya giştî ya Encûmena Niştimanî Kurdî li bajarê Qamişlo kirin û ew bi dare zorê girtin, her weha êrîşî nivîsgeha Encûmena xwecihî li (Çil Axa) kirin, û ew carek din girtin, piştî ko ji hêla emîdariya giştî ve di 01.05.2017ê hatibû vekirin, û 3 endamên Encûmena xwecihî girtin û piştre ew berdan.
Emîndariya giştî ya Encûmenê kiryarên terorîstî pirotesto kirin, di heman çaxî de ji civaka navdewletî û rêkxistinên mafnasiyê û hêzên Kurdistanî û dewletên mezin daxwaz kir ko fişaran li PYDê bikin, da ko nema van kirdeyan bike bi behaneyên şerê Daiş, û vê yekê bike behane ji bo jiyana sivîl û siyasî li herêmên Kurdî li Sûriyê tune bike.
Û tê zanîn ko milîtanên partiya yekîtiya dîmuqrat PYDê di dema dawî de hemû nivîsgehên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û partiyên bi ser wê de û çend nivîsgehên rêkxistinên civakî li hemû herêman girtin û hin ji wan sotandin û teqandin.
Jêder: Beşê Kurdî Yê Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî