Yekîneya Dabînkirina Depoyên Sarkirî ji bo Parastina Şînkayî û Meyweyan li bajarê Mariê yê gundewarê Helebê, dest bi pêşwaziya berhemên çandiniyê bi kirayeke nizim kir, wek piştgirî ji cotkaran re di pirosesa kontrolkirina bazaran de di riya dabînkirina berhemên çandiniyê di hemû demên salê de.
Û Serokê Beşê Embarkirin û Firotinê yê girêdayî Saziya Giştî ya Dexl û Dan di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, Endeziyar Ehmed Şeeban, got ku ev avahî ya yekemîn e li bakurê Sûriya yê Azad, û ew jî bi sîstemeke tam otomatîkî hatiye amadekirin, daku alîkar be di parastina berhemên meywe û şînkahiyê di pileyeke sarkirin û hêwîbûneke guncaw li gor cûreyên berhemên têne embarkirin.
Û Şeeban got ku cihê ji avahiyê re hatiye veqetandin sitratîcîk e, ji ber ku nêzî zeviyên cotkar û berhemdaran e, herweha nêzî bazarên firotinê yên xwecihî ye, daku mesref li ser wan pir kêm bibe, her weha rêjeya xirabûna berhemên embarkirî kêm be.
Û Serokê Beşê Embarkirin û Firotinê bal kişand ku yekîneya embarkirina sarkirî dikare 1300 ton ji pateta embar bike, û ev avahî yek ji avahiyên meyve û şînahî ye yên piştgiriya cotkaran dike, û berhemên wan difroşe, daku karibe sûdeya cotkaran bêhtir bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî